HevpeyvînManşêtNûçe

Hesîna Ehmed: Piştgiriya me ji QSD re beşeke ji parastinê û berxwedanê ye

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya berdewam e, û dixwaze parçeyên din jî kontrol bike û gefan dixwe da ku dagirkeriya xwe berfirehtir bike, ji ber vê yekê rewşa awarte hat raghandin li herêmên bakur û rojhilatê Sûriya, der barê vê mijarê, Hesîna Ehmed endama meclisa rêvebir ya Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê ji malpera me re axivî, û banga piştgriya hêzên QSD kir.

Hesîna Ehmed endama meclisa rêvebir ya Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê wiha dest bi axaftina xwe kir: Ji ber êrîş û gefên dagirkeriya Tirk li ser herêmên me rewşa awarte hatiye raghandin, dagireriya Tirk ji destpêka şoreşa rojava û Sûriya gefan dixwe û dixwaze herêmên me dagir bike da ku xaka xwe berfireh bike, ev jî li ber çavane weke Îdlib, Efrîn, Izaz, Serê Kaniyê û Girê Spî, û het roja me ya îro şer berdewam e li gelek cihan û êrîşên dagirkeriyê ne sekiniye.

Hesîna Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: Di nava êrîşên xwe de dagirkeriya Tirkiyeyê sivîlan hedef digre, ji ber ku armanca wî tunekirina vê şoreşê û gelê kurd e, di vê rewşa awarte ku em tê de derbas dibin hîn êrîşên dewleta Tirk berdewam e her roj tehdîdan dike, em weke miletê bakur û rojhilatê Sûriya em ê li berxwe bidin, ji ber ku ev berxwedan û sekina me û berdewmajiya jiyana me ya normal ev bi xwe besriveke ji bo van gefên dagirkeiryê.

Hesîna Ehmed ji gel û tevahiya pêkhateyan xwest ku hişyar bin ji van lîstokên xerab ku li ser gelê kurd tê meşandin û wiha pê de çû: Em hemû rêbazê dewleta Tirk dizanin ku di destpêkê de şerê taybet li ser gel dimeşîn piştre hemleyên xwe yên leşkerî pêk tîne, îro her tişt hatiye guhertin li ser erdê hevalbendên me pirtir bûne û hevpeymanên me bi dewletên mezin re hene.

Di dawiya axaftina xwe de Hesîna Ehmed endama meclisa rêvebir ya Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê got: Îro hêza me ji demên berê xurtire, wê bersiva me jî ji dewleta Tirk xurtir be, banga me ji gel re ku piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin û piştgiriya QSD bikin, ji ber ku piştgiriya me ji wan re beşeke ji parastinê û berxwedanê ye her wiha leşkerên me bi me xurt dibin û em jî bi wan xurt dibin.

Back to top button