ÇalakîManşêtPYD

Hesekê, şahiyek girseyî bi boneya salvegera damezirandina PYD

Gelek endamên saziyên sivîl û nûnerên ji eşîrên erbeî û kurdî û endamên partiyê li Hesekê beşdarî salvegera damezirandina Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li navenda partiyê li bajarê Hesekê bûn.

Şahî di bin drûşmeya ” Bîst sal ji têkoşîna berdewam ji bo xurtkirina projeya Netewa Demokratîk û bidestxistina azadiya jin û Sûriya Demokratîk” hat li dar xistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir, piştre hevsrokê hevbeş yê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Muslim axivî û salvegera 20’emîn a damezirandina partiyê li ser tevahiya nirovahiyê pîrzo kir.

Muslim di gotina xwe de got: em salvegera damezirandina partiyê li rêber Abdullah Ocelan û li tevahiya gelên azadîxwaz pîroz dikin, em soza xwe nû dikin li ser şopandina riya ku me hilbijartiye û hemû erkên ku dikeve ser milê me hilgirin.

Wiha berdewam kir: sedema berdewamkirina riya me di riya azadiyê de fikr û felsefeya rêber Ocelan e ya pêkanîna projeya netewa Demokratîk û bratiya gelan.

Salih Muslim di axaftinên xwe de hemû şehîd bibîr anî û got: em di vê roja pîroz de hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin, şehîdên partiyê û şehîdên tevgera azadiya kurdistanê yên canê xwe feda kirin ji bo gelê me bi aştî jiyan bike.

Di dawiya axaftina xwe de got: em dev ji xwîna şehîdên xwe bernadin, û em ê li ser riya wan bin heta pêkanîna xewin û armancên wan heta gihaştina azadî û serkeftinê.

Şahî bi nîşandana senevîzyoneke bal kişand ser riya têkoşîna partiyê û şoreşa rojava.

Back to top button