ManşêtNûçe

HDP hêvî kir ku cejna Çarşema Sor bibe mizgîniya azadiyê ya gelê Êzdî

Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Tûrgût Oker Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.

Di peyama pîrozbahiyê ya HDP’ê de hate gotin:

Çarşema Serê Nîsanê yanî Cejna Çarşema Sor pîroz be ku ji aliyê Êzidiyan ve weke roja destpêkê ya biharê û roja destpêkê ya sala nû tê pîrozkirin.

Êzidî ew gel e ku ji ber çand, bawerî û nasnameya xwe 73 caran komkujî lê hatiye kirin. Komkujiya herî dawî jî li Şengalê hate kirin. Ji sala 2014’an û vir ve ku li pêş çavên cîhanê fermana 73’an li wan rabû, bi hezaran jin û zarokên Êzidî di destê çeteyên DAÎŞ’ê de dîl girtî ne û mixabin hîn jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Bi hêviya ku bibe mizgîniya azadiyê ya gelê Êzidî yê qedîm em Cejna Çarşema Sor pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe wesîleya aştî, azadî û wekheviyê ji tevahiya mirovahiyê re.”

Back to top button