ManşêtNûçe

HDP/Çepên Kesk: Têkbirina rejîmê wê bibe rexnedayina me ya herî mezin

Piştî hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’an, Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û Koordînasyona Navendî ya Partiya Çepên Kesk di 16’ê Gulanê de civîneke hevpar lidar xistin.

Di civînê de kar û encamên hilbijartinê hatin nirxandin û di dawiyê de jî daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin:

Li gel zext, dek û dolaban jî gelekî girîng e ku Partiya Çepên Kesk bûye hêza sêyemîn a herî mezin li meclîsê. Lê belê eşkere ye ku encama me dixwest nekarîbû bi dest bixin. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê hîn bi xurtî xwe bi rêxistin bikin û ji bo serketineke hîn mezintir em ê têkoşînê dewam bikin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rexnekirin û rexnedayin kevneşopiya wan e û hate gotin, “Ji bo dersan ji şaştiyên xwe yên vê pêvajoyê werbigirin, ji bo destpêkeke nû bidin afirandin, piştî 28’ê Gulanê em ê bi gelê xwe, rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re civînan lidar bixin û pêvajoyê nîqaş bikin. Bêyî ku hincetekê nîşan bidin em ê kêmasiyên xwe binirxînin û ya pêwîst bikin. Bila kes ji vê yekê gumanan neke.

Lê belê pêvajoya hilbijartinê temam nebûye. Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê wê di 28’ê Gulanê de bê kirin. Li gorî kevneşopiya partiya me, her zemîn û derfetên ku tevkariyê li têkoşîna demokrasî û azadiyê bike, girîng e. Bêguman hilbijartin jî yek ji vî karî ye. Di dîroka me de çawa ku her hilbijartina neserketî bû biryardariya ji bo mezinkirina têkoşînê, ev pêvajo jî wê ji bo mezinkirina têkoşîn, berxwedan û rêxistiniyê bibe zemînek.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê û Tifaqa Cûmhûr bê navber êrîşî Kurdan, jinan, ciwanan, bindestan, muxalefeta civakî û siyasî kir. Bi afirandina zext û tirsê konsepteke êrîşê li dijî civakê xiste meriyetê. Armanca destpêkê ya vê konseptê jî timî partiyên me bû. Konseptên şer, planên têkbirinê, polîtîkayên red û înkarê yên heta niha bi biryardarî hatin têkbirin, rastiya me ya ji meş û têkoşîna bi biryar bi îradeya vî gelî hate afirandin.”

HDP û Partiya Çepên Kesk diyar kirin ku di vê dema giran a têkoşînê de di serî de gelê Kurd, hemû muxalîfên civakê bi rengekî girîng li ber xwe dan û gotin, “Em careke din diyar bikin; em li vir in û xurt in. Ev fikir, ev kevneşopiya têkoşînê wê ti carî li paş nemîne. Em ê bi hêvî û bawerî, faşîzmê lawaz bikin, li Tirkiyeyê tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ava bikin û têkoşîna xwe bi ser bixînin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Weke partiya sêyemîn a herî mezin a meclîsê, çawa ku me nehit rejîm di tûra destpêkê de bi ser bikeve, em bi biryar in ku di tûra duyemîn de têk bibin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Pêvajoya hilbijartinê hîn neqediya ye. Bêyî ku bikeve nava reşbînî û bêhêvîtiyê, em dikarin di nava yanzdeh rojên bê de dawî li vê nebaşiyê bînin. Firsend di destê me de ye ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bikin encameke bêhempa û destpêkeke nû.

Gelên me yên li welat û derveyî welat, rêxistinên me, dostên me divê têkoşîna li dijî faşîzmê ji dema piştî hilbijartinê re nehêlin, di tûra duyemîn de bêkêmasî dengê xwe bidin û sîleya dawî li faşîzmê bixin. Rexnedayina me ya herî mezin a ji bo rexneyên hêja yên gelê me wê têkbirina rejîma yek şexsî be.”

ANF

Back to top button