Di 24.12.2023’an de bi sedan şêniyên Girkê Legê, gund û bajarokên girêdayî wê, ji bo şermezarkirina bombebarana dewleta Tirk a ji duh bi şev û vir ve, ku bandor li navendên xizmetguzariyê, binesazî û çavkaniyên bingehîn ên jiyanê kir weke elektrîk, av, petrol û gazê li herêmên bakur-rojhilatê Sûriyê, meşek girseyî li dar xistin
Meş ji Meydana Şehîd Xebat a rojavayê bajarê Girkê Legê ber bi nîvê bajêr ve, di nava qîrîna dirûşmeyên şermezarkirina bombebarana dewleta Tirk de destpê kir.
Rêheval Fermez Elî axaftinek kir bêdengiya navneteweyî ya li hemberî bomberdûmana dewleta Tirk şermezar kir û bang li gel kir ku li hemberî terora Erdogan bibin yek.