LêkolînManşêt

Gelo Pêximber Îbrahîm Hûrî bû?

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Tîrêjên Çarşembê

Xelek – 48

Gelo Pêximber Îbrahîm Hûrî bû?

(beşê yekem)

Goçkirina Îbrahîm bo Erdê Ken’an

Emê li jêr bi kurtahî jînenîgariya pêximber Îbrahîm wek ku di Tewratê da hatiye bînin ber çavan

Ji Ûr heya Ĥeřanê:

Navê Îbrahîm bi zimanê îbranî “Ebram kurê Tareĥ“e (أَبْرام بْنِ تَارَحَ) û du birayên wî hene “Naĥûr(ناحُور) û “Haran“. koka malbatê vedigere ser Sam kurê Nûĥ (نُوح)û ev malbat li Ûra Keldanan, li başûrê Îraqê rûdinişt. Li wir Ebram bi Sarayê ra şû bûbû (zewicî bû). Li gor gotûbêjekê Saray xwîşka wî ji bavê da bû, yanê ne ji dêya wî bû, û li gor gotûbêjeka din ew keça birayê wî bû. Birayê wî Haran li Ûra Keldanan mir û kurê wî Lot li ba bavpîrê xwe Tareĥ ma û perwerde bû.

Tareĥ bi malbata xwe va ji Ûra Keldanan goç kir û çû bajarê Ĥaran (Ĥeřan niha li bakurê Kurdistanê ye) û Tareĥ li Ĥaranê wexer kir (mir). Dema ku jiyê (temen, umir) Ebram bû 75 sal, Xweda ferman da wî ku ji Ĥaran goç bike û bi başûr da here erdê Ken’an (كَنْعان) (paşê nav bû Filestîn). Di Tewratê da hatiye: “û jêra got: “Ji erdê xwe, ji êla xwe û ji mala bavê xwe here wî erdê ku ez şanî te dikim; ezê te bikim neteweyeka payebilind û te pîroz bikim“.

Ji Ĥaran bo erdê Ken’an:

Ebram fermana Xweda pêkanî û bi kebaniya xwe Saray û kurê birayê xwe Lot ra goç kirin. Bi xwe ra koleyên xwe û milk û samanê xwe jî birin û berê xwe dan başûr, erdê Ken’an. Li bajarê Şekîm bi cih û war bûn (navê niha Nablûse û li bakurê dewleta Îsraîl ya niha dikeve). Xweda ji Ebram va xuya bû û jêra got: “Ez vî erdî ji tovê te ra (ji senseleta te ra) didim“. Û êdî Ebram hin bi hin ber bi başûr va goç kir heya gihîşt “Beyt Îl” li bakurê Ûrşelaym (paşê bû Qudis). Li her cihê ku lê dima, warek ji bo perestinê û ji bo pêşkêşkirina qurbanan ji Xweda ra avadikir.

(Goça ji Ûr heya Ĥeřanê)

Goça bo Misirê:

Di pey ra baran nebariya, hişkî çêbû û xela pêkhat, Ebram bi malbata xwe û kurê birayê xwe Lot ra çû Misirê. Pêş ku têkevin sînorê Misirê, Ebram ji Sarayê xwast ku li pêş karmendên Misiriyan li ser sînor bêje ku ew xwîşka wî ye, daku Misirî çav bernedin xweşikbûn û bedewiya wê û wî nekujin. Sarayê daxwaza Ebram bi cih anî û dema ku mezinên karmendên Misiriyan bedewiya wê dîtin lê mat man. Rabûn Fer’ewn (فِرْعَوْن) agahdar kirin. Fer’ewn ferman da ku wê bibin qesra wî. Ji van gotinan tê fêhmkirin ku ew kire jina xwe. Pir xelat û diyarî jî dan Ebram (kole, carî, mîh, gah, ker û hêştir). Lê belê bobelat hatin serê Fer’ewn û malbata wî, û naskir ku Saray di rastiyê da jina Ebrame; lome û gazin ji Ebram kirin ji ber ku rastî veşartiye. Saray jêra vegerand û jê xwast ku milk û samanê xwe bibe û ji Misirê derkeve. Ferman da karmendên xwe ku vê malbatê di rêwîtiya derketinê da ji Misirê biparêzin.

Vegera ji Misirê:

Ebram bi malbta xwe va li gel kurê birayê xwe Lot vegeriya başûrê erdê Ken’an. Ew êdî bûbû yek ji mezinên dewlemendan bi sewal, kole, zîv û zêr bûbû. Ew bi bakur da çû warê rûniştina xwe ya berê li (Beyt Îl). Pez û sewalên Ebram û Lot pir bûn û şivanên wan li ser mêrg û kaniyên avê şerê hev kirin. Ebram dît ku ya here baş ewe, ew ji hevdû cuda bibin. Lot bi keriyên pezê xwe va çû, û li erdê “Sedûm” li rojhilatê çemê Urdin bi cih bû. Berê ew herêm berhemdar û têrav bû, lê paşê ew kavil bû û rûniştivanên wir mirovên şerxwaz bûn.

Ebram li erdê Ken’an yê berhemdar ma. Xweda jêva xuyabû û jêra got: “Serê xwe rake û li cihê ku lê yî, bi bakur da, bi başûr da, bi rojhilat da û bi rojava da binêre. Ji ber ku ev hemû erdê tu dibînî ez didim te û senseleta te, ta bi hemdem û ez senseleta te wek axê pir dikim“. Di dawiyê da Ebram li nêziya bajarê “Ĥebrût(حَبْرُوت) ku li başûrê “Ûrşelaym“e û li rojavayê Derya Xoyê (Derya Mirî) (البحر المَيّت) ye bi cih bû. Li wir gorîgehek (qurbangehek) ji bo Xweda avakir û li wir hevpeymanek li gel sê serekan lidarxist.

Şerekî herêmî:

Di wê demê da şerek di navbera du hevpeymanan da pêkhat: Hevpeymana yekem rojhilatî bû, çar padîşahan rêveberiya wê dikir. Di nav wan da padîşahê Şin’ar (شِنْعار) (başûrê Îraqê) û padîşahê Îlam (Êlam) (عِيلام) , û padîşahê Îlam yê bihêztir bû. Hevpeymana duwem rojavayî bû, bi rêveberiya pênc padîşahan ji erdê Ken’an û derdorên wî li Urdina niha.

Ev şer li nêziya Derya Xoyê (Derya Mirî) pêkhat û hevpeymana rojavayî di şer da şikest. Hevpeymana rojhilatî herêma ji başûrê Sûriya niha heya bi çiyayê Se’îr (سَعير) (warê Ĥûriyan) û beriya Faran (erdê dêwan (عَمالِقة)li başûrê Filestînê) xiste bin desthilata xwe. Malbata Lot, milk û samanê wî tev kete destê padîşahên hevpeymana rojhilatî. Ebram rabû bi hevpeymanên xwe va êrişeka dijber destpêkirin û dan pey yên serkeftî heya bi bakurê Şamê. Lot û malbata wî rizgar kirin û samanê wan jî vegerand.

Piştî biserketina li dijî hevpeymana rojhilatî êdî asta Ebram di erdê Ken’an da bilind bû û padîşahan ew spas kir û pesna wî dan. Di nav wan da “Melkî Sadiq (مَلْكي صادِق)padîşahê “Şalîm” bû. Ebram ji hêla xwe va dehane (1/10) ji qezencên şer ku wergirtibûn da “Melkî Sadiq” û “Melkî Sadiq” ew pîroz kir.

Piştî serkeftinê Xweda ji Ebram va xuya bû û soz da wî ku hemû erdê navbera çemê Nîl li hêla rojava û çemê Ferat li hêla rojhilat ji wî û senseleta wî ra be; û jêra got: “Ji senseleta te ra ez vî erdî didim, ji çemê Misirê heya bi çemê mezin, çemê Ferat“.

Jidayîkbûna Îsmaîl:

Herku hêza Ebram ya aborî û siyasî bêhtir dibû, Xweda erdekî hên firehtir dida wî. Lê belê, pirsgirêka wî ew bû ku kurikên xwe tinebûn daku jêra bibin dûnda. Xweda soz da ku wê kurekî bide wî ku jêra bibe dûnda. Sarayê cariya xwe ya misirî Hacer jêra diyarî kir û rê da ku pêra şû bibe (bizewice). Dema ku Hacer ducanî bû êdî pozbilindî li serwera xwe Sarayê kir. Saray enirî û tore bû, lome û gazinc ji Ebram kirin. Ebram cariyeya Sarayê jêra vegerand û Sarayê ew stûxwar û sernixûn kir. Hacerê ji wir bazda û çû başûrê erdê Ken’an (Filestînê).

Xweda Hacer bi tenha serê xwe nehişt; feriştekî xwe hinart ku lê bigere. Ferişt ew li ser bîreka avê li ser rêya “Şor” (rojava û nîveka biyabana Sînayê) dît û jê xwast ku ew vegere ba serwera xwe Sarayê, û serweriya wê bipejirîne; jêra got ku zarokekî te wê bibe û navê wî wê Îsmaîl (إسماعيل)be. Îsmaîl wê mirovekî biyabanî be û senseleta wî wê pir be. Hacer vegeriya û Îsmaîl jidayîk bû. Wê hîngê temenê Ebram 86 sal bûn.

Çarşemb, 17.02.2016

PAGE   * MERGEFORMAT 2

Rêwîtiya pêkhatinê, Eshah 12, ayet 1 – 3. Abdulhamid Zayed: Rojhilata hemdem, rûpel 421.

Rêwîtiya pêkhatinê, Eshah 12, ayet 6 – 7.

Rêwîtiya pêkhatinê, Eshah 12, ayet 15.

Rêwîtiya pêkhatinê, Eshah 13, ayet 14 – 16.

Rêwîtiya pêkhatinê, Eshah 14, ayet 19 – 20.

Rêwîtiya pêkhatinê, Eshah 15, ayet 18 – 21.

Rêwîtiya pêkhatinê, Eshah 16, ayet 12.

C. M

Back to top button