JinManşêtNûçe

Gelê Girkê Legê bi meşeke girseyî şehîd Bêrîtan bi bîr anîn

Di salvegera 30’emîn ya şehadeta rêheval Bêrîtan de, Kongra Star li Girkê Legê di 25.10.2023’an de meşek girseyî ku ji qada Şehîd Xebat a rojavayê bajêr destpê kir, di nava qîrîna dirûşmeyên slavkirina lehengiya rêheval Bêrîtan de pêk hat. (Gulnar Karataş).

Beşdaran li navenda bajêr li hev civiyan û ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin dest pê kirin û piştre li ser navê Kongra Star rêheval Xeliya El-Selmo axaftinek kir û  lehengiya rêheval Bêrîtan nirxand. sembola jina têkoşer a ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çekdar bûye.

Rêheval Seher jî li ser navê Kongra Star li ser pêkhateya Ereb axivî û hemû şehîd Bêrîtan, Zîlan, Sakîna û şehîdên din bi bîr anî û peymana li gorî rêbaza wan a lehengiyê bimeşe da.

 

Back to top button