ManşêtNûçe

Foza Yûsif:  Divê çareseriya li Sûriyê siyasî be û li ser esasê guhertinên destûrî demokratîk be

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif destnîşan kir ku çareseriya li Sûriyeyê divê çareseriyeke siyasî li ser esasê guhertinên destûrî yên demokratîk be ku mafên hemû pêkhate û pêkhateyên civaka Sûriyeyê tê de bihewîne.

Endama desteya serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif di bernameya ”ROJEVA HERÊMÊ”li ser ekrana Ronahî Tv derbarê civînên li paytextên herêmî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê weke ku bi nav dikin, axivî,, bi taybetî civîna dawî ya Emanê û her wiha ronîkirina encamên hilbijartinên Tirkiyê li ser herêmê.
Foza Yûsif  got: Çareseriya li Sûriyeyê divê çareseriyeke siyasî li ser esasê guhertinên destûrî demokratîk misogeriya mafên hemû pêkhate û pêkhateyên gelê Sûriyê bike û dûrbûna Rêbazên rûbirûbûna bi pirsgirêkan re, ji ber ku salên borî têkçûna van rêbazan îsbat kir ji bo danîna çareseriyên kirîzan.

Foza Yûsif wiha berdewam kir: Çareserkirina kirîzên madeyên hîṣbirî, koçberan û ava kirina avahîsazan bê gûhertina siyasî û demokratîk û destûrî di Suriyê de ye nabe.

Foza Yûsif tekez kir ku hewldanên çareseriya ku ne bi vîna  gelê Sûriyê û Rêveberiya Xweser be negirin dê bi ser nekevin.

Foza Yûsif got ku rêber Ocelan bi lêkolînên xwe eniya Netewa Demkoratîk gihaşt hêza xwebirêvebirinê.

Foza Yûsif bang li gelê Sûriyê kir ku li benda çareseriyên ji derve nemînin û diyar kir ku çareserî di diyaloga Sûrî-Sûrî de ye û ji bo çareseriya aloziyê divê hikûmeta Şamê têkiliyên xwe bi welatparêzên Sûriyê re bike berî her tiştî kesayetên Sûrî yên demokrat.

Li ser hewildanên Komkara Erebî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, Foza Yûsif tekezî li ser giringiya rola Ereban û hewldanên pêkanîna daxwazên Sûriyeyan di guherinê de weke şertekî ji vegera peywendiyên Sûriyeyê ji dewletên di re, ew hewldan divê li ser bingeha pêkanîna guhertinên siyasî û destûrî bin yên li ser bingehên demokratîk.
Her wiha Endama Deseteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk bang li Komkara Erebî kir ku li hember dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyê helwestê nîşan bikin.

Endama Desteya Serokatiyê Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên Tirkiyeyê û got, “Ev ne tenê hilbijartin e, lê referandûma daxwaza faşîzm an demokrasiyê ye. Roj roja hesabpirsîna ji tifaqa faşîst e. sûcên wê yên li hemberî gelên herêmê pêk anîne û ji holê rakirina koalîsyona faşîst a li Tirkiyeyê tê wateya tunekirina çeteyên DAIŞ’ê û El Qaîdeyê.”

Back to top button