ManşêtNûçe

Foza Yûsf: Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa ramana nûkirî ye

Endama desteya hevserokatiya hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Foza Yûsif di Konfransa yekemîn ya jina ciwan di PYD de axivî û got ku jina ciwan rolek avakirî di şoreşa 19 Tîrmehê de lîst, ji ber vê yekê jî divê parastina nirxên vê şoreşê bike.

Yûsif wiha dest bi axaftina xwe kir ” Şoreşa 19 Tîrmehê şoreşa ciwan û jinan ne, ciwan ew in koma herî fedekarî ne di çarçoveya vê şoreşê, ku jina ciwan rolek avakirî lîst, ji ber vê divê parastina nirxên vê şoreşê bike, ji ber ku derfeta azadiyê da jinê û ciwanan.”

Yûfis wiha domand: Tevî hemû êrîşên leşkerî, siyasî û aborî li ser şoreşa me bi armanca têkbirina deskeftiyên wê, lê ewê domand bi saya Brdîgma Felsefeya Netewa Demokrtîk, ev şoreş şoreşa ciwanan e ya ku fikra Kilasîkî red dike, û nîşana ramana nûkirî a ciwan e, û li bidestxistina azadî û edaletê digere.

Yûsif wiha zelal kir ku bi tevgera şoreşa 19 Tîrmehê ciwan e, û pêşerojek pêbawer ava dike, û dikare bibe çareserî ji hemû pirsgirêkên heyî, lê ew li hemberî êrîşan pêk tê bi encama têkbirina wê.

Endama desteya hevserokatiya hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokrat bal kişand ser kuştin û xwekuştina jinan û bikaranîna jinan weke wesîleyek ji bo xerabkirina exlaqê di civakê de, û bikaranîna ciwanan  wekî sîxure, di hewildanekê de ji têkbirina deskeftiyên hatine bidestxistin bi xwîna bi hezaran ji ciwanan û şkandina vîna ciwanan, û şehadeta şehîda Zehra û temsîlkirina bi laşê şehîda Barîn ew e delîlê li ser ku dijminê me hemû awayan rojane dixe xizmeta xwe de.

Foza Yûsif dibîne şideta ku jinan hedef digre, zewicandina zarokan, qutbûna ji dibistanê, zewicandina bi zorê û gelek pirsgirêkên din ku di encama adatên kevin pêk tê ku ew e sûcên derheqê jin û mirovahiyê ye.

Di heman demê de Yûsif bang li beşdaran kir ku hêz û avakirina kesayetiya xwe nîşan bidin, ji bo karibin di der barê wê de êrîşan vala derxînin, bi domandina axaftina xwe de wiha got: Ger em xwe bê armanc bihêlin em alîkariya dijmin dikin di pêkanîna armancên wî de. Û zelal kir ku hemû rêç koletiya jina ciwan sihal dike nemaze di siya pêşketina Teknolojiya, lê divê jina ciwan her keçekê zane bike ber bi rêxistin û azadiyê.

Yûsif îşaret pê kir di der barê axaftinên xwe de ku bi fanatazîma Netewî, Cinsî û Olî dijmin hewil dide ku fitneyan çêke û tinebûna aramiyê di herêmên me de û hemwelatiyên me û jinên me bi taybet, ji ber vê dikeve ser mile me (Hemû pêkhat) avakirin û berfirehkirina Netewa Demokratîk, ya ku rêzê ji hemû Olan dike, û baweriyê di navbera pêkhateyan çêdike.

Yûsif raghand ku rêxistina jina ciwan ya Partiya Yekîtiya Demokrat divê bibe navendek ji hemû çareseriyên jina ciwan, perwerdekirina wan ji bo ku jiyana koletiyê red bikin, û rizagrkirina wê ji fikrên ku jinê kole dikin.

Endama desteya hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Foza Yûsif wiha gotinên xwe bi dawî kir: Em vê Konfransê li hemû jinên ciwan pîroz dikin, bi baweriya min bi hemû beşdaran yên hewli didin ji bo avakirina jinek ciwan azad di hundirê civaka azad, û partiya me ew e partiya ciwanan ne, bi ciwanan şoreşa me destpê kir, û bi alîkariyên jina ciwan şoreşa me serket, û bi keda ciwanan wê şoreşa me sebikeve.

Back to top button