ManşêtNûçe

Êzidiyên Efrînê guhartina demografiyê li Efrînê şermezar kir

Endamên Yekitiya Êzidiyan a Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî li pêşiya navenda yekitiyê ya navçeya Ehdasê kom bûn û daxuyaniyek der barê guhertina demgrafiya ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne da.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên yekitiyê Eyşe Sîdo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku guhartina demografiyê li kantona Efrînê ji aliyê çeteyên tundraw û dewleta Tirk ve berdewam e.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi destpêkirina êrişa artêşa Tirk li dijî Efrînê, çeteyên DAIŞ’ê yên ku dewleta Tirk ji şerên Şengal, Mûsil û Kobanê kom kirin û ji nû ve perwerde kirin û ber bi Efrînê birin, da ku tola xwe rakin û banga qirkirina êzidiyên Efrînê kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de, hate gotin: “Dewleta Tirk ji bo ku bigihêje armancên xwe, hin komeleyên tundraw ji Qeter, Kiwêt û Filistînê bi sloganên olî anîn Efrînê da ku mizgeftan, navendên ezberkirina Quranê û avakirina mêtigehan li gundên êzidiyan ava bikin.

Endamên Tirkmen û yên endamên din ên ne ji Sûriyê bi armanca pêkanîna guhartina demografiyê anîne kantonê.

Di daxuyaniyê de, Yekitiya Êzidiyan a Efrînê û koçberên kantona Şehbayê guhartina demografiyê ku dewleta Tirk li Efrînê dimeşîne, şermezar kir hate gotin: “Em hebûna komeleyên îslamî yên tundraw li gundên êzidî û ferzkirina avakirina mizgeftan û navendên ezberkirina Quranê û ferzkirina cilên îslamî li ser êzidiyan û zexta li ser êzidiyan da ku sloganên îslamî berz bikin, şermezar dikin. Armanca wan ji vê yekê guhartina taybetmendiyên olî ye.”

Di daxuyaniyê de, bang li DYA, Rûsya, Yekitiya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku xebatên komeleyên îslamî yên tundraw li Efrînê bisekînin.

ANHA

Back to top button