ManşêtNûçe

‘Êrîşên dewleta Tirk, gef li hemû Sûriyeyê dixwe’

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Daîreya Têkiliyên Derve de ev tişt hate gotin: “Geşedanên dawî yên têkildarî rewşa Sûriyeyê û herêmên me ku gelek civîn hatin lidarxistin û tevdan îşaret bi çareseriya siyasî kir, nexasim ku Tirkiye di şer de israr dike, em piştevaniya hewldanên çareseriya siyasî dikin. Lê belê em lihevkirina li ser çareseriya siyasî ku li dijî berjewendiyên Sûriyeyê û gelê wê bin wekî lihevkirina ‘Edene’ û yên wekî wê, qebûl nakin. Divê hemû alî li ser bingeha îstikrarê, çareseriyê û misogerkirina mafên her kesê beşdarî xebatên ji bo çareseriyê bibin. Her wiha divê çareseriya siyasî dawî li hemû rengên dagirkeriyê bîne û divê bi tu rêbazan dagirkerî neyê rewakirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevî ku hemû geşedanan lê dîsa jî dewleta Tirk li dijî gel û herêmên me şerê qirkirinê berdewam dike û balafirên bêmirov û biçek bi kar tîne. Bi wê re hewl dide hêzên li ser sînor şantaj bike û sivîlan bike armanc da ku tevlîheviyê derxîne û welatiyan bide koçberkirin da ku herêmên nû dagir bike, piştre jî tev li projeya xwe ya dagirkeriyê bike ya ku tevahî Sûriyeyê dike hedef. Li aliyekî din jî bi şehîdxistina fermanên li dijî DAÎŞ’ê şer kirine, ji wan şehîd Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê yên YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsa û Kobanê, hewl dide tola DAÎŞ’ê rake. Di heman demê de artêşa Tirk ferqê naxe nav kal û zarokan û zirarên madî û canî yên mezin pêk tîne, ji wan bi balafirên bêmirov êrîşê Qamişlo kir, 4 kes şehîd bûn ku ji wan du zarok bûn.

Ev tiştên me bi bîr xistine, hêzên li dijî DAÎŞ’ê bûne hevalbendên me berpirsiyar nîşan didin, divê ew hêz helwesta xwe zelal bikin. Encamên civînên li Tehran û Soçiyê û yekbûna nêrînan têkildarî sekinandina li hember operasyoneke leşkerî ji aliyê ve em erênî dibînin, lê li aliyê din êrîşên Tirkiyeyê yên bi balafirên bêmirov û biçek gumanên me û yên raya giştî çêdike ku gelo Tirkiyê têkiliyên xwe yên bi dewletên garantor re bi rêbazên din bi kar tîne? Divê ev dewlet têkildarî vê mijarê xwedî helwesteke zelal bin.

Em tekez dikin ku êrîşên dewleta Tirk xizmeta berjewendiya gelê Sûriyeyê nakin û li ser tevahiya gelê Sûriyeyê xeter in. Bêguman tê wateya rewakirina dagirkeriya Tirk ji ailyekî ve, ji aliyê din ve jî derfeta vejandinê dide DAÎŞ’ê û rê dide komên çeteyan ku tevlîheviyê li Sûriyeyê belav bikin.”

Back to top button