HevpeyvînManşêtNûçe

Emîne Omer: Divê hêzên aştiyê werin herêmê

Hevseroka Mecilsa Sûriya Demokratîk MSDê Emîne Omer hejmara sivîlên ku li ser destê artêşa dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê şehîd bûne 235 in, 22 ji wan zarokin, di hevdîtinekê bi rojnameya Yekîtia Demokratîk  re.

Omer wiha got: Gelek kumkujî çêbûn weke gundê Mişrafa û Zergan  ku sivîl kirin hedef bi rengekî hovane jiyane xwe ji dest dan,Li gelek deveran kumkujî pêk hatin û ev kumkujî hatin tewsîq kirin jî, ji aliyê gelek cihan bi dîroka wê û bi navê kesên ku tê de hedef kirin, Rêxistina Efû ya navdewletî raporek çêkiriye û belav kiriye û tê de diyar kiriye ku ev  tiştên  artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê pêk anîne sûcên şerin, karestê ku pêk tînin wek darvekirina meydanî a ku şehîd Hefrîn Xelef kirin hedef bi rengekî hovane ew şehîd xistin.

Omer wiha berdewam kir: 235 şehîd hene, 22 jê zarokin û me wêneyê wan jî pêşkêş kirin ku bi çi rengê hovîtiyê jiyana xwe ji dest dane, çi sûcê van zarokane ku di jiyanek aram jiyan dikirin,li  ser destê Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê jiyana xwe ji dest dan.

Emîe Omer got: li aliyekî din ev çekên ku tê bi kar anîn ji aliyê dewleta Tirk heta niha rewşên sivîlan ku çûne xalên bijîşkî û rewşên ku çûne nexeşxaneyan şewtek dijwar dibînin ku çekên qedexkirî bi kar tîne, li ser vî esasî pêwîste ku ji bo lêpirsînê komîteyek pispor were heta ku bê zanîn ku çi çek hatiye bi kar anîn, ji ber ku ev rastiyeke divê hemû cîhan pê zanibe û divê em ji hemû cîhan rê sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne diyar bikin, îro ev siyaset tê meşandin, çi sûcê van zarokan ku jiyana xwe ji dest didin, Dewleta Tirkiyê dibêje ku tenê em xalên leşkerî dikin hedef lê ev ne raste ji ber ku em dibînin ku svîlan dike hedef û jiyana xwe ji dest dane bi hemû rengê hovane ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê, her wiha dagirkeriya Tirkiyê teknolojiya pêşketî bi kar tîne.

Omer wiha domand: Li gorî agirbesta çêbûyê di navbera Tirkiyê û DYE me ev agirbst qebol kir, û wek MSD’ê xwset ku hêzên aştiyê yên navnetewî werin vê herêmê li ser agirbestê bisekinin, û em naxwazin ev agirbest demikî be em dixwazin herdem be ne tenê 120 saet be li gorî lihevkirinê, ji ber vê yekê me bang kir ku hêzên aştiyê yên navnetewî werin û li ser vê agirbestê bisekinin da ku herdû alî xwe vekşînin û ev herêm aram be şer û pevçşna tê de bê sekinandin di bin çavdêriya van hêzên aştiyê xwe cih bigrin di navbera sînorê Sûriyê û Tirkiyê.

Emîne Omer wiha gotinên xwe bi dawî kir: Weke MSD em zextekê dikin ku li gorî nûnerên me yê diblomasî ku li hemû dewletan digerin li perlemana hazir dibin û bi serokê dewletan rûdinên da ku em xwestek û bengewaziyên xwe bikin ev kareke cidîye divê em bikin bi rastî dema ku tu li pişt xwestekê xwe be û daxwaziyê xwe bike wê encam bigre li ser vî esasî raya cîhanê bi giştî piştgiriya me dike zanin ku ev êrîşek ne qanûnî ye li ser vê herêmê dibe hemû kes zane lê belê biryarek divê ji cihên weke YE’ yê divê biryarek hebe, divê hêzên aştiyê were em jî zextekê dikin li ser raya giştî da ku em vê xwesteka xwe bi cih bikin.

 

 

Back to top button