ManşêtNûçe

Em wekî malbatên şehîdan ser soza xwe ne bi serok re

Îro 1-6-2023 li goristana ṣehîd Delîl Sarûxan ya bajarê Qamiṣlo daxuyaniyek di derbarê Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din hat qedexekirin hat dayîn . daxuyanî bi tevlîbûna endamên saziyê û dayikên aṣîtiyê .

Daxuyanî wiha bû :

Bi helbijartina li dewleta tirk û berdewam kirina erdoxan di siyaseta xwe de a qirêj kû çawa zextê li vîna gelê herêmê dike û li her cihî wekî berya demek nêz li kampa mexmûrê xwest vîna gel bide şikandin li wir vîna me çiyayê kurdistanê , roj ava  û şingal bi serket di heman demê de wê vîna gel li mexmûrê jî bi serbikive

Rê û rêbazên kû ser kurdan tê bikar anîn yek ji wan kompiloya navnetewî ser gelê kurd di şexsê serok APO de ji 25 salên bihurî ta anha ev rêbazên dijî çand û qanunê navnetewî kû çawa serok ji giştî mafên xwe mehrûme di zindanê de dijî ev   gelê kurd ê kû li ber xwe dide ji bo parastina mafên xwe û bi   rûmet jiyan bike pir normale , ev rêbazên dewleta faşîst dijî       wan û di êmralî de kû çawa her qanûn derbas kirine

Dewleta tirk şerê taybet li gelê kurd û ser serok ê yekîtiya gelan dimeşîne kû çawa tecrîd kirinê û qedexe kirine serdana malbatê û parêzkaran jêre ji bona kû tevgere azadiyê bişkîne û gelê kurd dûr bixe ji fikrê azadiyê, bi nêzîkbûna sedsala dewleta tirk , erdoxan dixwaze pirojeya dagirkeriyê berdewam bike û salên dagirkeriya osmanî vegerîne herêmê

Em wekî malbatên şehîdan li herêma cizîrê bi rengekî pir bi êş xeber me girt kû tecrîd hat temdîdkirin 6 mehên din ser serok wisa kû tecrîd sala xwe a sêymîn xilas dike bê yek nûçe ser rewşa serok a tendirustî û ev tecrîd em bang dikin giştî rêxistinên mirovahiyê kû van partîkên qirêj dijî gelê kurd di şexsê serok de bidin sekinandin û di ruyê dewleta tirk a faşîzım de biseknin ji ber kû çarenusa gelan ji xwe re kirine lîstok û em bang dikin civaka navnetewî kû tecrîd ser serok rakin û em takîd dikin ku  ev tecrîd tecrîda ser  azadiyê ye , gereke giştî mirovên bi azadiya gelên bindest re ji bêdengiya xwe derkevin û rewşa a êmralîyê bidin ber çavê giştî cîhanê

Em wekî malbatên şehîdan em ser soza xwe ne bi serok re û giştî amûrê berxwedanê emê pêk bînin û çalakîyan bikin û emê li giştî qadan bin û bang bikin bê azadiya serok azadî nabe

Bijî berxwedana serok dijî faşîzmê

Hilweşe rêxistina êmralî

Meclisa malbatên şehîdan li herêma cezîrê

Back to top button