ManşêtNûçe

Ehmed Xoce: pêngava kampanya îmzeyan bi heyecanek mezin didome

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî îmze tên komkirin. Endamê Komîteya  Komkirina Îmzeyan Ehmed Xoce derbarê qonaxa duyemîn û xebatên komkirina îmzeyan de agahî dan. Ehmed Xoce diyar kir ku ev kampaniya îmzeyan piştî pêngava li Ewropa û asta cîhanê pêş ket û wiha got: “Piştî pêngavê em jî wekî asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava vê pêngavê de ne. 25 sal in Rêbertî di tecrîdek giran de ye û tu agahî jê nayên girtin.”

Gel bi coşek mezin tev li vê pêngavê dibe û dixwazin îmzeyên xwe bidin. Her kanton li gorî girseya wî bajarî û pêkhateyên wî bajarî îmze tên komkirin. Li gorî hejimarên gihiştine ber destê me li Reqayê 600 hezar, li Hesekê 430 hezar in. Li Minbicê 440 hezar in Li Dêrazorê tevî her tiştî 334 hezar, li Qamişloyê zêdeyî 625 hezar li herêma Kantona Firatê 125 hezar îmze hatine komkirin. Bi tevahî nezî 3 milyon îmze hatine komkirin.

Her kes ji dil û can îmze dide û dixwaze dengê xwe bigînin cîhanê. Tecrîda li ser Rêbertî bi tu awayî qebûl nakin. Kesên xwendin û nivîsandina wan tune jî bi pêçiyên xwe mohr dikin û vîna xwe aşkere dikin. Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li vê kampanyayê dibin: Ereb, kurd, suryan, aşûr, ermen û tirkmen hemû pêkhateyên li vir tev li kampanyayê dibin. Tev ji dil îmze dikin û dixwazin dengê xwe bigihînin cîhanê. Wekî bajarên Minbic, Reqa û Dêrazorê hemû pêkhateyên wê ereb in. Heta niha îmzeyek pir zêde ji van bajaran derketiye. Hemû kes bêyî ferq û cudahiyê tev li vê kampanya îmzeyan dibin.

Ehmed Xoce herî dawî bilêv kir ku ew van îmez û belgeyên kom dikin dê ji Meclîsa Yekîtiya Ewropa re bişînin û wiha bi dawî kir: “Em ê van îmzeyan ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re bişînin. Em dixwazin li dijî tecrîdê zextan li Tirkiyeyê bikin. Gel bi îmze û belgeyan ji Yekêtiya Ewropa û DMME’yê re dibêje em hene, daxwaza me ya azadiyê heye û em dixwazin ev daxwazên me li ber çavan bê girtin.

Back to top button