Gotar

Dîroka Dewleta Tirk ya qirker li dijî  Vîna Jin û Civakê ye

Hêvî Silêman

Dîroka dewleta Tirk ya qurker li dijî  jin û civakê ye ,ev zihniyeta hovane  ya ku tu kesî ji bilî xwe qebûl nake;  ji ber ku çanda Turkan her timî çanda êrîş, talan û xapandina gelan û pêkhateyên herêmê ye  li ser qirkirin û tuneyî kirina gelan xwe daye avakirin  bi şêwazên talan,  revandin ,îşkence ,kuştin û komkûjiyan desthiledariya ferzkirî ji dema Teyîmorling de heya Cengîzxan heya Împereroriya Osmaniyan ku bi hezaran  jin û zarok dikirin armanca kuştinê di bin navê gawriya olî de û li dijî pîvanên dermirovî û kiriyarên hovane ku jinê ducanî şert li ser wan dikirin ev keçe an xorte bi qelşandina zikê jinan bi ganî di komkûjiya Dêrim, koçkirî ,Geliyê Zîlan ji berî wê jî komkujiya Ermeniyan Aşûrî keldan de ku keç û jinan  çawa tezî û îşkence dikin û bi ganî dişewtînin, çawa ku welatparê dikuştin di bin navê fayîlî mechol de bi hezaran mirov wenda bûne û heya niha jî zîndan tûjî kirin ji berxwedêrên demê yên ku li dijî zilm û zoriya dewleta faşîzimê têdikoşin bi teybetî jî nûnerên gel ku hatine hilbijartin yên jin ku li tu deveran ev kiriyar nayên qebûl kirin ,şêwazên dewleta dagirker ku  qirkirina siyasî li dijî jinan û civakê û gelan pêktîne ev jî sûjên şerin yên hukmeta AKP ê û MHPê ya faşîzima necet pereste ku siyaseta wan xetimiye bi şêwazên şerê teybet ku hemû derfetên dewletê kirin xizmetî bercewendiyên xwe li ser keda civakê, da ku xwe bidin jiyan kirin, ev demeke dirêje bi êrşan û şer û pêvçûnan  li bakur Kurdistanê û Turkiyê û aloziya siyasî û civakî û aborî jiyan dike dixwaze vê kirîzê derxê derve mîna destwerdana dewletên cîran mîna Sûriyê destek dayîna terora DAIŞê û êrşên li bakur û Rojhelatî Sûriyê û başurî Kurdistanê ve; ev deh saline alozî berdewame û êrîşên hovane li herêmên dagirkirî û siyaseta guhartina demigrafî jî berdewam e û rojane ev êrş hene bi teybetî jî li ser pêşengên me yên jin û armanc girtina wan bi balefrên deronî ji ber ku jin pêşengtiya şoreşa ku li Kurdistanê destpêkirî û îro li Rojava tacîdarbû ye û tîna xwe dide bakur û  Rojhelat bi silogana Jin Jiyan Azadî li her derê vîna jina heye dengvedide ji ber wê yekê jî jinên tekoşer li hundir û dervan tên armanc girtin şehîd dixin ji ber ku ji vîna jina azad pir ditirse ku wê dawiya hukmeta AKPêû MHPê bînin di hilbijartinên ku di 14 Gulanê de bi dengdayîna biloka kedê û azadiyê ve bi pêşengtiya jinan serkeftinê misoger bibe û dîlgrtiyên zîndanan wê azad bibin û siyaseta  dagirkerî û faşîzima Turkan têkbiçe.

Back to top button