ManşêtNûçe

Di operasyonên qirkirina siyasî de 15 kes hatin destgîrkirin

Li taxa Saraçoglû ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê di serdegirtinê de Ramazan, Agît û Heja Kalkan ên ji heman malbatê û Hîvîdar û Berîvan Taş hatin destgîrkirin. Firat Akar û Rojhat Altaş jî li navçeya Artûklûyê hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku operasyona qirkirina siyasî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkildarî kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatiye kirin. Li gorî agahiyan, kesên hatin destgîrkirin wê bibin Amedê.

Li Kerboranê jî Merve Ogûz û kesekî navê wî nehate hînbûn hatin destgîrkirin.

Di vê navberê de li Mêrdînê 17 kesên ku doh hatin destgîrkirin li Fermandariya Jendermeyan têne ragirtin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di serdegirtina malan de Civan Karavîş, Umît Geçgel û Yûsûf Kargol hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku hersê kes birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê.

Di danê sibehê de polîsan li Manîsayê bi ser malên endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk de girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Saruhanliyê de rêvebera Partiya Çepên Kesk a navçeyê Gulsum Tozan û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Ayşe Karagoz hatin binçavkirin. Li navçeya Yunusemreyê jî keça Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Hasret Çetîn a bi navê Kardelen Çetîn hate binçavkirin.

Binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê de hatine kirin û welatî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Manîsayê tên ragirtin.

ANHA

Back to top button