JinManşêtNûçe

Di meha Cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin

Ajansa Nûçeyan a JINNEWS’ê çeteleya tundîtûjiyê ku li Kurdistan û Tirkiye di ragihandinê de hatî teyîsandin berhevkirî, aşkere kir.

Li gora çeteleya tundîtûjiyê di meha Cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin, mirina 13 jin û 3 zarokan bi awayek gûman kete qeydan, 2 jin ji xwestin werin qetilkirin.

12 jin ji aliyê mêre ku pêre zewicî, 2 jin ji aliyê kesê nenas, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, 2 jin ji aliyê bira, 2 jin ji aliyê cîran, 2 jin ji aliyê mêre pêre di nava pêvajoya hevberdanê de, 1 jin ji aliyê mêrê berdayî, 2 jin ji aliyê mêrê pêre jiyan dike, 2 jin ji aliyê hevalê xwe mêr ê jê qût buye, 1 jin ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin.

Back to top button