ManşêtNûçe

Di çarçoveya guhertina demografîk de 27 hezar kes li Girê Spî hatin bicihkirin

Ji dema ku rayedarên dewleta Tirk a dagirker ragihandin ku dê penaberên sûriyeyî li herêmên dagirkirî bi cih bikin ve, hejmara penaberên sûriyeyî yên ji Tirkiyeyê hatine derxistin û li kantona Girê Spî hatine bi cihkirin, 27 hezar kes derbas kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker di sala 2016`an ve êriş axa Sûriyeyê kir û bajarên Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Ji wê demê ve siyaseta guhertina demografiya herêmê dimeşîne ku destpêkê xelkê resen ê wan herêman koçber kirin.

Dewleta Tirk niha jî penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ber bi herêmên dagirkirî ve koçber dike û li malên welatiyên resen ên hatine koçberkirin, bi cih bike.

Dewleta Tirk bi desteka komeleyên tundraw (çeçenî û pakistanî) û komeleyên din ên ji Qeter û Kiwêtê bi dehan yekîneyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ava kirine.

Bi dagirkirina kantona Girê Spî re di Cotmeha 2019`an de, dewleta Tirk bi sedan malbatên çeteyan û çeteyên DAIŞ`ê yên li cem xwe, derbasî herêmên dagirkirî kirin û dema êrişî kampa Eyn Îsayê jî kir, reva gelek ji wan hêsan kir.

Piştî ku rayedarên Tirk destpêka Nîsana par ragihand ew niyet dikin milyonek penaberên sûriyeyî li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê bi cih bike heta dawiya sala borî hejmara penaberên derbasî kantona Girê Spî hatine kirine 12 hezar kes derbas kir.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, hejmara penaberên ji Tirkiyeyê bi rêya deriyê sînor ê Girê Spî hatine derxistin û li kantona dagirkirî hatine bicihkirin, 27 hezar û 140 kes e. Di nav wan de iraqî jî hene.

Heman çavkaniyan aşkera kirin ku 41 penaberên iraqî li ser du beşan derbasî kantonê bûne. Penaberên ji Iraqê dema navên xwe li deriyê sînor tombarkirin îdia kirin ku ew ê serdana xizmên xwe li Girê Spî bikin. Her wiha bi dehan malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ji kampa Eyn Îsayê reviyabûn, li Girê Spî di malên şêniyan de dimînin.

Di vê mehê de hejmara kesên ku ji Tirkiyeyê hatine derxistin û li kantonê hatine bicihkirin, 2 hezar û 340 kes derbas kir. Lê di mehên borî de hezar û 493 penaber li herêmê hatin bicihkirin. Li gor wê, ev dane ji destpêka ragihandina derxistina penaberan ji Tirkiyeyê ve ya herî mezin e.

Dema dewleta Tirk a dagirker kantona Girê Spî dagir kir, zêdetirî 100 hezar şêniyên resen ji malên xwe koçber bûn û niha li kampên koçberiyê yên li Reqa, Tebqa û gundewarên wê dimînin.

Back to top button