ManşêtNûçe

Dewleta Tirk dixwaze bi rêya hedefgirtina cihên pîroz tevliheviyê belav bike

Dewleta Tirk ya dagirker êrîşên xwe li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê berdewma dike, her wiha binpêkirinên dijmirovahiyê çi li dijî sivîlan an li dijî cihên pîroz pêk tîne.

Endamê rêvber ê Nivîsgeha Ewqafê ya Girê Spî û melayê mizgefta Mezin a Eyn Îsayê Mihemed Xêr El ‎Ehmed, ji ajansa  ANHA’yê re axivî û hedefgirtina mizgefta gundê El Tirwaziyê yê Silokê şermezar kir.

Mihemed Xêr El Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mirov ‎û keviran, navendên xizmetê yên mîna av û kehrebeyê dike hedef û bûn sedema zirarên jiyanî.‎

Şêx Mihemed Xêr destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya hedefgirtina perestgehan ku ji bo muslimanan û şêniyên herêmê cihên pîroz in, tevliheviyê belav bike.

Şêx Mihemed Xêr wiha axaftina xwe domand: Dewleta Tirk hewl dide ku xwe weke parêzvanê îslam û muslimanan nîşan bide. Lê gelo wê armancên xwe ji hedefgirtina mizgaftên gundên Tirwaziyê, Fatse û Seyda yên kantonê pêk anîn lê na?”

Şêx Mihemed di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku di tevahî ol, qanûn, adet û heta şeran ‎de  hedefgirtina perestgehan nayê qebûlkirin, ji ber ku pîroz e, ji ber wê divê sûcên dagirker bêne şermezarkirin.

Back to top button