ManşêtNûçe

Desteya Hundirîn banga berxwedanê û kombûna li dor hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser kir

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê têkidarî êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker li sernaserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li avahiya desteyê li bajarê Qamişlo civîna çapemeniyê li dar xist.

Hevserokên Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat û Hemrîn Elî bi zimanên erebî û kurdî dxuyanî xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya şerê hatî ragihandin û êrişên sîstematîk û berdewam ên rejîma Tirkiyê li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne de, armanc dike ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe, tirs û xofê di nav gelê me de belav bike, aştiya navxweyî hedef bigire û herêmê vala bike û şêniyên wê bide koçberkirin.

Ji her kesî ve eşkere ye ku rejîma Tirk a faşîst bi êrişên xwe yên dijminane armanc dike ku destkeftiyên bi saya xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe. Ew jî ji bo têkbirina îradeya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye ku terora DAIŞ, Cebhet El Nusra û hêzên din ên tarî ku Tirkiye her cure destekê dide wan, têk birin. Hêzên navneteweyî yên garantor ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê baş dizanin, lê heta niha helwesteke berpirsyar li hember binpêkirinên berbiçav û mezin ên dewleta Tirk a dagirker nîşan nedaye, ku her tim têkoşîna li dijî terorê û şaneyên wê qels dike û hewl dide bi hemû rêbazan wan ji nû ve çalak bike.

Dewleta Tirk a dagirker hedefgirtin û binpêkirinên xwe zêde kirin, ku êdî bi awayekî rojene dijwar tên kirin, ji wan:

Êrişa ku duh li ser rêya Hîzamê ya bakurê bajarê Qamişlo pêk hat û di encamê de 4 şehîd û hejmarek birîndar çêbûn. Her wiha bombekirina taxa Sîna ya bajarê Qamişlo di demên dawîn de, ku di encama bombebarana balafirên bêmirov ên biçek de gelek birîndar û şehîdên sivîl di wê êrîşa hovane de çêbûn: (Şemdîn Şemdîn, Mezlûm Esad û herdû zarok Ehmed Şêbî û Aheng Şêbî).

Di nav birîndaran de yên ku rakirine nexweşxaneyan û piştî ku hemû hewldan ji bo rizgarkirina jiyana birîndaran hatin day’n, yek ji endamê fermandariya Partiya Jiyana Azad a Kurdisanê (PJAK) birêz Yûsif Mehmûd Rebanî şehîd bû, ku bi serdanekê hatibû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku bi gel re bicive û destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji nêz ve bibîne, her wiha li ser nêzîkkirina nêrîna giştî ya gelê Kurdistanê li çar parçeyên wê dixebitî.

Ji ber vê windahiya nîştimanî ya gelê me yê berxwedêr, em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahiya gelên Kurdistanê nexasim ên Rojhilatê Kurdistanê re dixwazin.

Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê van karên derexlaqî ên dijberî pîvanên mirovahiyê şermezar dike. Em bang li gelê xwe yê têkoşber dikin ku bi rihê berxwedanê û şerê gel ê şoreşgerî tev bigerin, di heman demê de li dor hêzên xwe yên leşkerî û rêveberiya xwe ya xweser kom bibin û li hemberî hemû rêbazên şerê taybet ên ku dijmin bi armanca têkbirina vîna gelê wan bi kar tîne, hişyar bin.

Desteya Hundirîn, dewletên garantorên agirbestê û bi taybet Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî terorê berpirsên vî şerî dibîne. Em baş zanin ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya pêkanîna berjewendiyên xwe yên taybet de sûcan li dijî gelê me pêk tîne. Lewma em bang li rêxistinên navneteweyî yên peywendîdar wek NY`yê û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî gel û hêzên me ku ji dêvla cîhanê li dijî DAIŞ`ê şer kirin, bi erka ku dikeve ser milên wan rabin û qedexeya hewayî li herêmê ferz bikin.”

ANHA

Back to top button