DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Azadî ji bo rêber Ocelan û çareserî ji bo doza Kurdî

Bi derbasbûna demê re ji hêzên ku banga aştî, demokratîk û aramiyê re di cîhanê de tekez dibe ku doza kurdî di destpêka dozên ku divê bên çareserkirin ji ber ku bi deh milyonan mirovên li Kurdistanê ku navenda aloziya Rojhilata Navîn e, eleqedar dike, û kilîta çareseriyê di nava destê rêber Abdullah Ocelan de ye, yê ku di gireva Îmraliyê de ye ku ev bîst û pênc sal di zindanek yek kesî de di bin îşkenceyê de ye.

Pirsgirêka Kurd ji azweriyên hêzên hegemonîk ên cîhanî ku sînorên netew-dewletan li gorî berjewendiyên xwe xêz kirin û daxwazên gelan ên di destpêka sedsala 20’an de înkar kirin, derdikeve, xeleka wê ya dawî peymana Lozanê bû ya ku Kurdistan kir çar parçe di navbera çar dewletên netew-dewlet de, ji wê dîrokê ve qirkirin û komkujiyên komî ne hatiye sekinandin der heqê gelan di heman demê de jî serhildanên pêkhateyan û gelan di serî de berxwedanên gelê kurdî li hember zilm û zordestiyê, vê yekê jî Kurdistan kir navend û nakokiyên cîhanî û herêmî, ev nakokî ku niha aştiya cîhanê dixe metirsiyê.

Rêber Abdullah Ocalan ji dayik bû, mezin bû, ev êş jiyan kir, fikir û felsefeya netewa demokratîk a ku meylaya girêka mirî ya sed sal berê ji aliyê hêzên hegemonîk ve afirand, pêş xist, karîbû hêza lazîm biafirîne, ji ber vê yekê hêzên hegemonîk komployek li dar xistin û di encamê de rêbertî hate girtin û radestî faşîzma Tirk a ku ti pîvanên exlaqî û hiqûqî nas nake, tevahiya awayên îşkenceyê ji bîst û pênc sala ve pêk tîne.

Gelê kurd bi tevahiya rêxistin û hêzên xwe yên siyasî bi hêzên cîhanî yên demokratîk re û yên kar dikin ji bo aştî û aramiya cîhanî û dostên gelê kurd hemleya bi navê ” Azadî ji bo rêber APO û çareserî ji bo doza Kurdî” li ser asta cîhanê li dar dixe, ji ber ku em li Rojavayê Kurdistanê parçeyek ji vê doze ne, û yek ji hêzên ku banga aştî û çareseriyê li Sûriyeyê û li herêmê dikin, em bang hemû endam û alîgirên partiyê û tevahiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin ku tevlî vê hemleyê bibin bi çalakiyên wê yên di welat de û li derve, em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bike û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne.

Azadî ji bo rêber APO û çareserî ji bo doza kurdî.

15’ê cotmeha 2023’an

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

Back to top button