DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Dewleta Tirk a dagirker bi riya xwe ya dijminatiyê li dijî pêkhateyên Rêveberiya Xweseriya bakur û rojhilatê Sûriyeyê berdewam e, bi hewildaneke ku vîna gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê têk bibe her wiha têkbirina destkeftiyên ku bi xwîna fedekariya bi hezaran şehîdên herêmê.

Hedefgirtina erebeyeke girêdayî qenala JIN TV ji hêla dagirkeriya tirk duh roja çarşemê di encamê de yek ji karkerên qenalê Necmedîn Feysel gihaşt asta şehadetê û nûçeghan Delîla Egîd birîndar bû, rastiya dijmin ê dîrokî ji jina azad re aşkere dike.

Em di nivîsgeha raghandinê ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, vê êrîşê şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîd re dixwazin û şîfayê ji nûçegihana qenalê re dixwazin.

Em bang li civaka navdewletî bi tevahiya saziyên wê yên mirovahî û hiqûqî dikin ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin li hember vê êrîşê û tiştê ku pêk tîne ji sûc û komkujiyan der heqê bakur û rojhilatê Sûriyeyê.

Nivîsgeha Raghandinê ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2023-8-24

Back to top button