DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Şêniyên kampa Mexmûrê careke din di nava fikar û tirsê de ne, piştî ku hêzên leşkerî bi çekên giran û têlan derdora kampê dorpêç kirin û ji berbanga sibê heta niha dorpêç li ser şêniyên kampê ferz kirin.

Şêniyên kampa Mexmûrê beriya 30 salan ji ber polîtîkayên qirkirinê yên dewleta faşîst a Tirk neçar man ku malên xwe biterikînin û bi sedan şênî û sivîl neçar man ku li kampeke navçeya Mexmûrê û di bin Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bijîn, dewleta Tirk gelek caran bêyî sedem û hincetên qanûnî kamp hedef digre.  Şêniyên kampa Mexmûrê bi jiyana xwe ve girêdayî bûn û xwespartin xwe di rêxistinkirina jiyana xwe de li gel şêniyên wê herêmê, her wiha şêniyên kampê gelek şehîd dan dema êrîşa DAIŞ li ser kampa Şengal û Musilê; armanca wan erka xwe ya exlaqî û mirovî pêk bînin.

Em di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di dema ku em tekezî li ser serweriya Iraqa Federal û mafê wê yê xwezayî ji bo bidestxistina ewlehî û aramiyê dikin. Em bang li wê dikin ku îradeya niştecihên kampa Mexmûrê ji bo jiyana azad li gorî prensîb û yasayên mafên mirovan li ber çavan bigire û bersiva hikûmeta Iraqê bersiveke mirovî be ji bangewaziyên şêniyên kampa Mexmûrê û rewşa wan ya xirab berbiçav bigire, hewcdariyên ji bo jiyaneke bi rûmet ji wan re bidest bixe û parastina jiyana wan bike ji xeterî û metirsiyan, ne wan dûrpêç bike û êşên wan zêde bike, û em tekez jî dikin ku ev pêngava dorpêçkirinê ne pêngaveke tê xwestin e ber bidestxistina serwerî û aramiya Iraqê ku ji aliyê Tirkiyeyê ya Erdogan ve tê binpêkirin ku destdirêjiya wî li ser gelên Iraq û Sûriyê nayê sekinandin û ewlehiya wan di hemû waran de têk dide û navçeyên herdu welatan dagîrdike; Em bang li hikûmeta federal a Bexdayê dikin ku vê pêngavê ji nû ve binirxîne. Her wiha em bang li Netewên Yekbûyî dikin ku erkên xwe yên mirovî bigre ser xwe û ewlekarî û ewlehiya nişteciyên kampa Mexmûrê dabîn bike. Bûyera ku li Mexmûrê çêbû derbarê bikaranîna çekan û tirsandina sivîlan û tehdîdkirina wan binpêkirineke ji peymanên penaberan û mafên mirovan, û ev rêbaz ji bilî ku êş, kaos û bêîstîqrarê zêde dike, tu encamek din dernakeve.

Di vê çarçoveyê de em nîgeraniya xwe tînin ziman û ev kiryarên ku dibin sedema tundiyê, xizmetê ji siyaseta dagirkeriya Tirkiyê re dikin, ku bi eşkere rewabûna dagirkeriya xwe ya li Bakurê Sûriyê û heta Mûsil û Kerkûkê dike, weke ku herî dawî Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê piştrast kir, li ser bangewaziyên şêniyên kampa Mexmûrê û di çarçoveya erkê xwe yê mirovî û exlaqî de û çi pirensîp û nirxên me ferz dikin em dengê xwe li dengê xelkê Mexmûrê zêde dikin û bang li rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan û mirovî dikin ku bibin dengê rastiyê û dengê koçberan û hemû erkên xwe yên mirovî li hember kampa Mexmûrê bi cih bînin. Em careke din bang li hikûmeta Iraqê dikin ku bersivê bide bangên şêniyên Mexmûrê û nêzîkatiyên xwe yên li hember kampa Mexmûrê di çarçoveya prensîbên mirovî de be.

2023-5-21

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat

Back to top button