DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Tirkiye her roj û her seet hê jî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzîkatiyên wêranker, reftarên êrîşkar û siyasta tolhildanê dimeşîne, û bi bêhurmetkirina eşkere ji hemû pîvanên mirovahî bêyî destwerdana civaka navdewletî û rêxistinên mirovî.

Duh careke din komkujiyek li dijî gelê me pêk hat, û di encam de sê rêhevalên me yên jin ên endamên Yekîneyên Parastina Jin ên di şerê li dijî DAIŞ’ê de ked dane, şehîd bûn.

Ev êrîşên hovane ya  rojane û zêdekirina bêmaf a ji hêla dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wergereke pratîkî ya encamên civîna dawî ya Tehranê ye, û armanc dike ku rewşa alozî û tundiyê berdewam bike, zirarê bide herêmê, çareseriyan dûr bixe, kertan tevlihev bike û siyaseta xwe ya berfirehkirin bidomîne.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de dema ku bi tundî van sûcên neexlaqî yên ji hêla rejîma Tirkiyê şermezar dikin, di heman demê de dibînin ku ev sûc wek girêdanek di nava plana êrîşkar a Tirkiyê de ye li dijî gel û pêkhateyên Herêmê, û ev pilanek e ku beşên wê yên bi xwîn nayên rawestandin û rejîma Tirk biryar da ku êrîşên xwe zêde bike û çerxa rijandina xwîna gelê me berfireh bike. Tişta ku duh qewimî, sûcekî nû ye ku li ber çavên cîhanê ji bo ku çerxa xwînê bidome û li pêşiya çareseriyê astengiyan derxîne, her wiha em vê êrîşê weke êrîşeke li dijî hemû mirovahiyê û binpêkirina eşkere ya prensîbên ragihandina cîhanî ya mafên mirovan dinirxînin.

Em helwesta saziyên navneteweyî ku di serî de Meclisa Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye, ji ber bêdengiya wan a li hemberî komkujiyên dagirkeriya Tirk ên li ser gelê me şermezar dikin, û bang li wan dikin ku bi erkên xwe rabin û ji bo rawestandina komkujiyên ku li ser gelê sivîl û gelên pêkhateyên Sûriyê tên kirin, demildest mudaxele bikin û parastina welatiyên bêsûc bikin.

Di heman demê de em ji hemû cîhanê re piştrast dikin ku terora rejîma Tirk dê pêkhateyên herêmê ku vîna xwe ya jiyanê hilbijart, natirsîne.

Em careke din tekez dikin ku êrîşên berdewam yên li ser herêmê piştrast dike ku Tirkiye amadekariya operasyoneke leşkerî ya nû li dijî herêmê dike. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û hemû pêkhateyên herêmê dikin ku dest ji parçebûn û nakokiyan berdin û li hemberî êrîşan rûbirû bibin, her wiha em bang li welatên erebî û herêmî û hemû welatên cîhanê dikin ku ji bo şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker tevbigerin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

24/7/2022

Back to top button