DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Ji destpêka aloziya Sûrî ve û dewleta Tirk a dagirker hewl dide hemû dozên girêdayî rewşa Sûrî îstismar bike, ji komkirina piraniya têrorîstên cîhanê li erdnîgariya Sûriyê heta belavkirina ramana El-Ixwa a tundrew û perçekirin û dagîrkirina navçeyên Sûriyê li gel pêkanîna siyaseteke sîstematîk a demografîk li dijî hemû pêkhateyên gelê Sûriyê û bi taybet gelê Kurd li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û guhertina şûnwarên bajar û gundên Kurdan ji bo xurtkirina zihniyeta Toranî a Osmanî, ji aliyekî din ve dosyaya penaberan dosyaya herî zêde bû ku rêjîma Tirkiyê hewl da weke karteke zextê li ser welatên Ewropî bi kar bîne da ku wan neçar bikin ku danûstandinan bikin û reşkirina wan ji bo bidestxistina destkeftiyên aborî li ser hesabê gelê Sûriyê.

Tişta ku di van demên dawî de diqewime ew e ku rejîma Tirk hê jî hewl dide hemû alî û hêzên herêmê îstismar bike û hemû bûyerên navneteweyî ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe bi kar bîne, li vir serokê rejîma Tirk îro behsa vegerandina milyonek penaberên Sûrî bo deverên ku dagir kirine û bicihkirina wan di malên ku di bin sîwana komeleyên Ixwanî yên tundrew ji wan re hatine çêkirin, dike, ev hemû bûyerên ku ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve tên kirin û civaka navdewletî hê jî bêdengiya xwe didomîne, , ev yek rejîma Tirk teşwîq dike ku bi israr û zêdetir teror û wêrankirinê û binpêkirinên zêdetir li dijî gelê me û gelên herêmê pêk bîne û li ser tevna civakên Sûriyê bixe û di navbera wan de aloziyeke kûr çêke û bi vî awayî çerxa şerê Sûriyê berdewam bike.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD de, di dema ku em bang li gelê Sûriyê dikin ku vegerin cih û warên xwe yên resen û milkên xwe û ne li wargehên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatine avakirin an jî yên di bin sîwana komeleyên El-Ixwanî de hatine avakirin bi armanca pêkanîna hin armancên siyasî ji bo xizmetkirina ajanda û daxwazên dewleta Tirk a Toran di pêkanîna guhertinan de, di pêkhateya civakî ya gelê Sûriyê de, em bêdengiya civaka navdewletî û aliyên garantor li Sûriyê û başguhkirina vê siyaseta nijadperest şermezar dikin, û em bang li hemû hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê û cîhanê dikin ku li dijî van projeyên xerab bisekinin û hewldanên dagirkeriya Tirk ên bi armanca çêkirina fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de pûç bikin, her wiha em bang li hemû welatparêzên birûmet ên civaka Sûriyê dikin ku rêzên xwe bigirin û helwest bikin yek ji bo derfetê li pêşiya planên rejîma Tirk a dagirker ji dest bidin, û gihîştina vegereke ewle ji bo hemû gelê Sûriyê bo cih, mal, milk û cihê jidayikbûna xwe û ne ji bo warên birayên xwe yên ji pêkhateyên din, da ku civaka me ya Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve bigihîne aramiyê û bi azadî, rûmet, hezkirin û lihevhatin bijî, û ji bo Sûriyeke demokratîk, piralî û ne navendî.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

2022-5-9

Back to top button