ManşêtNûçe

Daîreya Têkiliyên Derve pêşwaziya şandeyek Fransî kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandeyeke dîplomatîk a fermî ya hikûmeta Fransayê pêşwazî kir.

Şandeya fransî ji aliyê hevserokê daîreyê Bedran Çiya Kurd, cîgirê hevseroketiyê Fener El Giêt û endamên Desteya Rêveberiyê Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.

Civîn li navenda daîreyê ya li Qamişlo hat lidarxistin. Şandeya Fransayî, ji berpirsê karûbarên kirîzan a hikûmeta Fransayê a Stephan Romatet û şandeyeke teknîkî pêk hat.

Di serî de, hevserokê daîreyê rewşa herêmê bi giştî û êrîşên dewleta Tirk ji şandeyê re şîrove kir.

Bedran Çiya Kurd balkişand ser hedefgirtina herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve, bi awayekî sîstematîk û got dewleta Tirk yekser bajar û sivîlan topbaran dike.

Der barê nêzîkbûna di navbera hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de Çiya Kurd got: “Ev nêzîkbûn ne li gorî armancên gelê Sûriyeyê ye. Ev nêzîkbûn di çarçoveya şerê beşeke gelê Sûriyê de pêk tê. Dê hewldanên çareseriya siyasî li Sûriyê asteng bike û hewldanên navneteweyî û biryara NY`yê ya bi hejmar 2254 têk bibe.”

Her wiha Çiya Kurd destnîşan kir ku pêwîst e di aliyê siyasî, aborî û mirovî de destekê bidin herêmê, nexasim topbarana dewleta Tirk berdewam e û hişkesalî di çend salên dawî de hebû. Çiya Kurd wiha domand: “Divê plansaziyeke diyar a piştgiriya herêmê hebe û helwestên zelal li hember hêzên ku ewlehiya herêmê têk dibin bên girtin. Her wiha çarçoveya karê hevbeş, ji bo rûniştandina çareseriyeke siyasî ya hevdem, fireh bikin.”

Berpirsê karûbarên kirîzan a hikûmeta Firansayê Stephan Romatet got: “Hikumeta Fransayê geşedanên li Bakur û Rojhilatê ji nêz ve dişopînim, em ê piştgiriya xwe ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bidomînin û heta bidawîkirina şerê li dijî terorê hebûna me li herêmê dê berdewam bike.”

Stephan Romatet destnîşan kir ku metirsiya DAIŞ’ê hîn li herêmê heye û hikûmeta Fransayê xebatên şerê li dijî DAIŞ’ê yên li herêmê baş dişopîne.

Romatet der barê operasyona dawîn de ku li dijî şaneyên DAIŞ’ê li Herêma Cizîrê pêk hatiye got: “Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bitirs e.”

Her wiha Romatet îşaret pê kir ku gelek pêdiviyên pêwîst ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene wek av, tenduristî û çandinî û ew ê ji bo pêşxistina van aliyan destekê bidin.

Di dawiya civînê de her du aliyan teqezî bi girîngiya domandina xebatên şerê li dijî terorê û vegerandina aramî û ewlehiya herêmê, kirin.

Back to top button