Çavkaniyekî taybet ji navçeya Raco ya Efrînê diyar kir ku çeteyên koma “Feyleq Şam” ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Qerebaba yê navçeyê welatiyê bi navê Mesûd Omer Hîro (40) yê astengdar revand.
Çavkaniyekî din ji navçeya Şêrawayê jî da zanîn ku dadgeha dagirkeran cezayê sal û nîv girtîgeh li welatiyê bi navê Ebdo Birîmo (26) ê ji gundê Îskayê birî û tawana wî ew bû ku berî dagirkirina Efrînê erka xweparastinê pêk aniye. Her wiha diyar kirin ku çeteyên “Heyet Tehrîr Şam” welatiyê bi navê Ehmed Ebdo yê ji gundê Kebaşîn ê Şêrawayê revand.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan li navçeya Cindirêsê hatine girtin, çeteyên “Polîsên sivîl” welatiyê bi navê Mihemed Kenco (34) li ser rêya Cindirês-Şiyê revand û birin cihekî ne diyar.
ANHA