CiwanManşêtNûçe

Ciwanên PYD’ê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî meşek bi mişeleyan li dar xistin

Di bin dirûşmeya “Bi ciwantiya şoreşê re em ê faşîzmê bişkînin, rêbertî azad bikin” Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) roja yekşemê meşek bi mişeleyan li Kantona Kobanê li dar xistin, ji bo şermezarkirina  komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan.

Meş ji qada Jina Azad dest pê kir û ber bi qada Aştiyê ve çûn, meş bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên cangoriyên azadiye dest pê kir, pişt re endama meclisa ciwana a herêma Firatê Xunaf Xelîl axivî û got: ” Ev komplo li dijî projeya netewa demokratîk a ku Rêber Ocalan pêşkêş kiriye  didome. Pergalan mêtînger û desthilatdar ramanê Ocalan wekî xeteriyekê li ser xwe dibînin. Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkirina bajarê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dît, ev êriş bi destek û erêkirina pergalên navdewletî yên ku beşdarî vê komployê bibûn pêk hatin.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û banga azadiyê wî  bi dawî bû.

Back to top button