ÇalakîManşêt

Ciwanên PYD’ê ji bo belavkirina fikir û felsefeya rêber “Apo” rêze çalakiyan li dar dixe

Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di bin diruşmeya “Werin Cenga Azadiyê” çalakiyek ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber APO ji bo deh rojan ragihandin.

Çalakiyê bi erebeyek bi wêneyên Rêberê Abdullah Ocalan û alên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatiye xemilandin.

Di erebeyê de ji bilî ciwanan, pirtûkên bi dehan daxwaz û analîzên Rêber Abdullah Ocalan û destanên Gerîla hene, tevî pirtûkên şehîd “Ristim Cûdî”.

Çalakî ji bajarokê “Tioyna” dest pê kir, ku endama ciwan “Mîdiya Ebdulrehman” di çalakiyê de li ser girîngiya belavkirina çanda xwendinê, bi taybetî pirtûkên rêberê “Ebdullah Ocalan” û danasîna felsefeya azad û pêşxistina asta rewşenbîriya xelkê, û piştre pirtûkên rêber li kesên ku dixwazin bixwînin hatin belavkirin axivî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakî wê 10 rojan li bajar û gundên kantona Hesekê bidome.

 

Back to top button