CiwanManşêtNûçe

Ciwanên PYD’ê di çarçoveya hemleya ekolojîk de rêze çalakiyan li dar dixe

Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD rêzecivîn û hevdîtinan li ser asta herêma Cizîrê li gelek bajar û navçeyan li kantona Hesekê û Qamişlo li dar xist.

Ev çalakî di çarçoveya hemleya Ekelojîk ya ku ciwanan li dar xist ji destpêka meha Nîsanê ve di bin drûşmeya “Civaka paqij welatê paqij ava dike” tê.

Li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ciwanên partiyê civînek ji şêniyên bajarokê Til Merûf li dar xist bi hevsengiya rêveberiya komînan û şaneyên partiyê li wê herêmê, di çarçoveya naskirina armanc û giringiya hemleyê li ser teva hiya astan.

Di heman çarçoveyê de ciwanên partiyê li navçeya Til Hemîs civînek li dar xist ji bo naskirina hemleyê, û destpêkirina şêniyên herêmê bi hemleya paqijkirina navçeyê û gundên girêdayî wê.

Li bajarê Hesekê ciwanên partiyê civîneke berfireh li dar xist bi amadebûna endamê desteya hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat “Aldar Xelîl”.

Hêjayî gotinê hemleya ku ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat destpê kirbû wê di vê mehê de berdewam be di nav de tevahiya bajar û bajarokan li tevahiya bakur û rojhilatê Sûriya.

 

Back to top button