CiwanManşêtNûçe

Ciwanên PYD: Em vîna xwe ji berxwedana Bazên Zagrosê digrin

Bi sedan ji ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyeyê derketin meşeke dirêj bi armanca şermezar kirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser herêmên parastina rewa” Avaşîn, Metîna, Zab” û ji bo piştgiriya berxwedana “Bazên Zagros” û piştgiriya girtiyên di zindanên Trirkiyeyê de.

Di der barê meşê de ciwanan pankart û wêneyên hovîtiya dewleta Tirk şermezar dikin hildan, û daxwaz kirin ku binpêkirinên xwe rawestîne li herêmên me.

Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD tevlî meşa dirêj bûn ya ku duh roja yekşemê destpêkir di dîroka 16’ê Gulanê de, wê Sê rojan berdewm bike.

Di meşê de rêveberiyê ciwanan di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Îmad Îsmaîl ji ronamevana me re li ser meşê axivî, îşaret kir li ser armanca wan ji vê meşê ku dengên ciwanan bighînin cîhanê û diyar kirina redkirina wan ji binpêkirinên dewleta Tirk û êrîşên wê li ser herêmên parastina rewa.

Îmad Îsmaîl tekez kir li ser piştgiriya wan ji berxwedana Bazên Zagrosê, piştrast kir li ser ku vîna ciwanan ji berxwedana mezin ya li hember dewleta Tirk ya faşîst digrin.

Hêjayî gotinê ku meş îro gihaşt navçeya Çil Axa û wê berdewam bike heta sibe roja Sêşemê ku bighêje Dêrikê.

    

Back to top button