ÇalakîCiwanManşêtPYD

Ciwanên PYD civînek li bajarê Hesekê li dar xist

Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, duh roja, Şemî civîneke berfireh di nava hemleya Ekolojîk di bin drûşmeya ” Civaka paqij welatê paqij ava dike” li dar xist, bi beşdarbûna konseya hevbeş a partiyê û rêveber û endamên ciwanan.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê, piştre rewşa siyasî û rewşa ciwanan hat nirxandin ji hêla endamê desteya hevbeş a partiyê “Aldar Xelîl”.

Aldar xelîl di gotina xwe de îşaret kir li ser rola ciwanan ber bi şoreş û parastina destkeftiyan û siyaseta ku li dijî ciwanan pêk tê di çarçoveya şerê taybet, û çawaniya avakirina mekenîzmeya parastinê li dijî êrîşên şerê taybet.

Aldar Xelîl bal kişand li ser giringiya rola ciwanan di rêxistina civakê de, her wiha îşaret kir ku rola ciwanan ya giring heye li ser tevahiya astan û ji bo civakê hêzeke dînamîkî ye.

Wekî din Aldar Xelîl diyar kir ku bêyî ciwanan şoreş bisernakeve û civak pêşnakeve, û armanca hêzên dijber ji projeya me ya demokratîk ew e dûrxistina ciwanan ji ruh û rastiya şoreşê, di riya şerê taybet ya ku ciwanan hedef digre bi awayekî rasterast.

Xelîl di dewama axaftina xwe de diyar kir ku  hêzên dijber ji bo parçekirina ciwanan madeyên hişbirê belav dikin, dixwazin fikrên ciwanan dorpêç bikin, berê wan bidin koçberiyê, yan jî bi rêya pereyan wan tev li komên çete bikin.

Xelîl bal kişand ser lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û amadekariyên wan ên pêkanîna êrişan ser parçeyên Kurdistanê û got:” Divê ciwan bêhtir xwe bi rêxistin bikin da ku planên dagirkeriyê yên li ser herêmê têk bibin.”

Back to top button