
Di çarçoveya kampaniya ( Ji Rêber Apo re Azdî û Ji pirsgirêka kurd re çareserî) ciwanên Partiya Yekîtiya Demokat PYD komxebatek goftûgoyî li bajarê Hesekê li dar xist.
Bi drûşmeya” Bi pradîgmeya rêber Apo em ê şere taybet bisekinîn”, zêdetirî sed ciwan li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê tevlî komxebatê bûn.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên rûmet azadiyê piştre gotina vekirinê ji aliyên Hesen Koçer hat kirin.
Hesen koçer di gotina xwe de behsa koçberiyê û belavbûna medeyên hişbir di nava civakê de bi taybet di nava ciwanan de bi giştî kir û bandorên wan li ser ciwanan, diyar kir ku ev yek şêwazeke ji şêwazên serê taybet yên ku dijminên gelan pêk tîne ji bo valakirina herêmên me ji ciwanan û dûrxistina wan ji civaka wan ji ber ku bi ciwanan civak ava dibe.
Komxebat li ser du mijaran tê li dar xistin, mijara yekemîn li ser Koçberiyê, mijara duyemîn Madeyên Hişbir, û di dawiyê de wê komxebat bi pêşîniyan bi dawî bibe.
Mijara yekemîn a Koçberiyê ji hêla Ebdulxenî Oso endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD hat nîqaş kirin.
Di destpêkê de Ebdulxenî Oso behsa koçberiyê bi giştî kir her wiha li ser qonaxên pêşketina wesîleyên koçberiyê di her demê de û wiha dewam kir: Mezopotamiya herêma herî bi ewle bû di wê demê de tu armanên siyasî tune bû lê piştî derketina dewletan koçberî û armacnên siyasî derket, û bi derketina dewleta Somer şer, koçberî, koçberkirina gelan bi zorê û ji ber zordariyê derket.
Mijara koçberiyê mijareke neyînî ye bi taybet li ser ciwan û jinan tê kirin, û armanc ji vê yekê dûrxistina wan ji cihê wan.
Piştre senevîzyonek li ser koçberiyê hate pêşandan, û mudaxele û nîqaş ji hêla beşdaran hat kirin, nêrînên xwe û sedemên zêdebûna koçberiyê û riyên çareserkirinê anîn ziman.
Hêyajî gotinê wê rêveberê hêzên dijî hişbirî rêheval Xidir wê li ser mijara madeyên hişbir biaxive û bi encamnaeyekê bi dawî bibe.