Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Civîna xwe ya têkildarî Hevpeymana Civakî tê lidarxistin .
Hevpeymana Civakî ya ji aliyê komîteya berfireh a sazkirina hevpeymanê ve hatiye nivîsansin û ji bo meclisê hatiye pêşkêşkirin, dê di civînê de bikeve dengdanê. Di civînê de Desteya Serokatiya Meclisa Giştî, nûnerên meclisên qanûnsaz ên her heft rêveber û meclisên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar in.
Civîn bi xwendina danezana têkildarî çawaniya sazkirina hevpeymanê û şêwazên dengdayînê ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî Yasir El Silêman ve dewam dike.
Tê payîn ku reşnivîsa Hevpeymana Civakî were xwendin û bendên wê yek bi yek bikevin dengdanê.