ÇalakîManşêt

Civîna berfireh a hevalên PYD’ê li Elmanyayê

Di çarçoveya hemleya rêxistinî ya ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) piştî kongreya yazdehemîn li Ewropayê ji bo xurtkirina meclisan, avakirina komîteyan, aktîvkirina xebatên partiyê û komkirina girseyî civîn dabû destpêkirin, roja Yekşemê /5/21 civîneke berfireh hate lidarxistin li bajarê Elmanya Esenê bi amadebûna 84 rêhevalan li qada navîn ya Almanyayê Eyaleta Şhamal Alraayin.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir û piştî hilbijartina dîwanê ji bo birêvebirina civînê, perspektîfên ji buroya rêxistinî ya partiyê hatin wergirtin hate xwendin têkildarî rewşa cîhanî têkoşîna hêzên mezin û nakokiya desthilatdaran, her wiha rewşên nû yên li Rojhilata Navîn û herêmê, şerê Ukraynayê, rola Rûsyayê û vegerandina rejîmê bo Komkara Erebî bi şîrovekirinek berfireh û rola Tirkiyê di dagîrkirina herêmê de bi her awayî û bi behaneyên derewîn, her wiha behsa însiyatîfa Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê kir, herwiha behsa hilbijartinên Tirkiyê û bandora wan li ser herêmê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî kir.

Di civînê de nîqaşên berfireh hatin kirin û tê de hevalan nêrîn û pirsên xwe pêşkêş kirin û pirsên wan hatin dayîn, û di civînê de li ser rewşa rêxistinî hat sekinandin û li ser riyên xurtkirina kar û berfirehkirina civaka Kurd li Elmanya hate nîqaşkirin. Civîn bi çend biryarên ku dê rola wê di vejandin û aktîvkirina xebata partiyê de hebin bi dawî bû.

Back to top button