ManşêtNûçe

Çeteyên dagirkeriya Tirk bacên nû li şêniyên Efrîna dagirkirî ferz kir

Her sal bi destpêkirina werza zeytûnan re çeteyên dewleta Tirk a dagirker berhemên şêniyên Efrîna dagirkirî yên xwedî darên zeytûnan, talan dikin.

Têkildarî mijarê çavkaniyên ji Efrînê ya dagirkirî (ji ber tirsa ku ji aliyê çeteyan ve bê revandin navên xwe eşkere nekirin) got komîteyên bi navê “Komîteyên Meclisên Xwecih” li Efrînê û navçeyên wê yên dagirkirî, bac li ser xelkê ferz kirine, her wiha ji bo desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê, hin wekaletên birêvebirina mal û milkên koçberan ku ji aliyê xizmên wan ên li herêmê ve tê kirin, betal kirine.

Çavkaniyan destnîşan kir ku “Meclisên Xwecih” yên dewleta Tirk a dagirker hin endamên xwe erkdar kirine ku bi şêniyên gund û navçeyan re civînan li dar bixin. Ev civîn jî ji bo derxistina girêbestên nû yên xwedîtiyê bi şertê ku xwediyê milk bi xwe were da ku girêbestê nû bike. Ev jî bi mebesta zanîna hejmara darên zeytûnan ên koçberên Efrînê tê kirin da ku dest deynin ser berhemên wan.

Koçberên Efrînê ji ber berdewama tawanên li dijî Kurdan ên li wir, wekî kuştin, revandin, îşkencekirin û destavêtinê, red dikin ku vegerin kantona dagirkirî.

Çavkaniyan diyar kir ku çekdaran ji sedî 20 bac li ser berhemên xelkê Efrîna dagirkirî ferz kiriye. Her wiha ji sedî 40 li ser berhemên koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, ferz kirine. Kesên ku vê biryara qaşo binpê bike yan jî dayîna bacê red bike, dê bi aqûbeteke nediyar re rû bi rû bimîne.

NÛKIRINA RUXSETAN BI BUHAYEKÎ ZÊDE

Çavkaniyan têkildarî kargeha guvaştina zeytûnan û bazirganên zeytê yên li Efrîna dagirkirî jî got: “Li Efrînê bi navê “Odeya Çandiniyê” 250 dolar bac ji bo nûkirina destûra karê kargeha guvaştina zeytûnan û 350 dolar jî dema ku dest bi kar bike, ferz kir. Ji bo kargehên guvaştina zeytûnan ê nû ku dê cara yekem bên xebitandin, dê 800 dolar li ser wan were ferzkirin. Der barê bazirganan de jî, beramberî wergirtina ruxseta  bazirganiyê 350 dolar bac hat dayîn.

Her wiha çavkaniyan got: “Em ji dizî û talankirina çeteyan êş û azaran dikişînin.”

ANHA

Back to top button