BinpêkirinManşêtNûçe

Çeteyan li Efrînê malbatek revand

Çeteyên girêdayî artêşa tirk li Efrînê sûcên revandin û guhertina demografiyê bê navber didomînin.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên dewleta tirk di roja ewil a sala nû de malbatek ji mala wê revand. Li gorî heman çavkaniyan, çeteyan dayika 27 salî Ferîda Îbrahîm, hevjînê wê Delîl Hebeş ê 32 salî û 2 zarokên wan ji mala wan a li nêzî Çerxerêya Neworz a li navenda bajarê Efrînê (ku navê kirine Çerxerêya Selahedîn) revandin û birin cihekî nediyar.

Back to top button