ManşêtNûçe

Cemal Şêx Baqî: Însiyatîfa Rêveberiya Xweser stûneke bingehîn e ji bo çareserkirina krîza Sûriyê

Qada kirîza Sûriyê tevî konferans û civînên ku (ji bo çareserkirina wê) ji Astana heta Cinêvê hatin lidarxistin, alozî kurtirbû û hemû nîşan dide ku rewşa sûriyan di hundir de xirabtir dibe, di çarçoveya van şertûmercên bi êş ku Sûriya tê de derbas dibe Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriya însiyatîfa çareserkirina aloziya Sûriya pejirand jib o parastina ewlehiya xaka wê û çarenûsa pêkhateyan, li ser vê însyatîfê sekertêrê giştî yê Partiya Dmokratîk a Kurdî ya Sûriya Cemal Şêx Baqî ji malpera Elktronîk ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD axivî û got:

Bi rastî ev insyatîf di demeke gelek girîng û guncaw de hat, ji ber ku qada Sûriyê û rewşa Sûriyê di guhertinên mezin û ne diyar e derbas dibe.

Wiha lê zêde kir: Rêveberiya Xweser bi vê insaytîfê karîbû helwesta xwe bi zelalî  derbarê paşeroja Sûriyê û çareseriya siyasî tê de bide.

Şêx Baqî îşaret bi wê yekê jî kir ku “insyatîf pirensîbên bingehîn ên ku çareseriya li Sûriyê li ser bingehê wan bi 9 xalan hatine raberkirin, yek ji xalên wê jî ew e yekparçeya xaka Sûriya ye ev yek jî nîşan dide ku hewldanên xirabkirina siyaseta Rêveberiya Xweser ne rast e.

Tekez kir ku xala pir giring di insyatîfê de amadebûna Rêvebiriya Xweser ji çareseriyeke siyasî re, lê bi şêweyekî demokraîk li ser bingehê beşdariya tevahiya pêkhateyan, û komkirina hemû gelê Sûriyê di vê çareseriyê de bêyî dûrxistina tu aliyekî, û ji bo ku her kes xwedî maf be di asta kesan de yan jî di asta pêkhateyan de.

Şêx Baqî di wê baweriyê de ye ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser di feraseta nenavendiya demokratîk de hêviya serkeftinê dide.  Wî eşkere kir ku di heyama neh salan de ev tecrûbe îsbata wê yekê bû ku pêkhate dikarin bi hev re bibin şirîk û dikarin xwe birêve bibin bêyî dûrxistina tu pêkhateyekî bi tevahiya mafên van pêkhateyan.

Wî bal kişand ku însiyatîfê pêbaweriyek da raya giştî ya Sûriyê bi riya ku rêveberiyê bi erkên xwe yên niştimanî radigihîne û amadebûna xwe ji bo pêşwazîkirina koçberên Sûriyê li derve diyar kir, nemaze banga wê ya vê dawiyê ya zelal ku ew amade ye pêşwaziya koçberên Sûriyê yên li Libnanê bike ku di bin fişareke mezin de ne ji bo dersînorkirina wan di çarçoveya tundiya rêjîmê di redkirina pêşwazîkirina wan û nedana garantiya jiyana wan û vegera wan ji bo cihên xwe yên resen, ji ber vê yekê rêveberiyê xwedî helwesteke niştimanperwerî ya bi rûmet bû dema ku daxwaza rêyên ewle kir ji bo vegera van koçberan ji warên xwe bêyî ti wateyekê li pişt vê bangê,  lê ji bo yekitiya Sûriyê û piştrastkirina wê yekê ku deverên rêveberiyê jî deverên erdnîgariya Sûriyê ne.

Cemal Şêx Baqî bal kişand ku rêveberiyê karîbû dengê xwe bigihîne welatên herêmê û hêzên destêwerdanê di karûbarên Sûriyê de dikin ku çareseriya mijara Sûriyê tenê bi rêjîmê re sînordar e, lê hêz û rastî hene yên ku di Sûriyê de cih girtine û divê helwesta wan li ber çavan bê girtin, rêjîm bi tena serê xwe nikare pirsgirêka Sûriyê çareser bike, lê ew hemû gelê Sûriyê eleqedar dike û divê tê de beşdar bibin.

di dawiya axaftina xwe de got: Em di Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê de piştgiriya vê insyatîfa girîng û erênî dikin, ji bo serkeftina vê insyatîfa cidî ku çareseriyên rasteqîne ji kirîza Sûriyê re pêşkêş dike.

Back to top button