DaxuyanîPYD

Cejna Remezanê li gelê kurd û tevaya civaka îslamî pîroz be

 

Em hîn di Hefteya ku bi rojên pîroz xemilandîye de ne, destpêka heftê cejna beweriya xirstiyanan, nava heftê cejna civaka Êzîdî Çarşema Sor û niha jî cejna Remezana pîroz em pêşwazî dikin.

Hemî Ol li gora behweriya xwe xizmeta pêşketina axlaqê civakê dikin û her yek li gora xwe çewtiyên di hundirê civakê de serast dike.

Rêberê gelê Kurd Ìslama Demokratîk weke piroje pêşkêşî gelê Kurd kir, stunên vê pirojeyê jiyana hevbeşe ku niha li Rojavayê Kurdistan di piratîkê de pêk tê.

Em bi navê meclisa PYD li Europa di serî de cejna Remezanê li gelê Kurd û hemî civaka Îslamî pîroz dikin, bi hêvîne ku ev cejin bibe boneya aştî, aramî û çareserkirina hemî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û bi teybetî pirsgirêka Gelê Kurd li herçar perçeyê Kurdistanê.

Mecilsa Partiya Yekîtiya Demokratîk( PYD) li Europa.
21.4.2023

Back to top button