Li gora felsefa Êzdatiyê Meh Nîsanê buka salê ye û Çarşema Sor destpêka Nîsanê û roja afrîneriya gerdûnê ye. hemî nebat ji bin erdê derdikevin.
Ola Êzî Oleke bi xwezayê ve girêdaye û xwediyê felsefeya pir binirxe û dewlemende.
Ev Ola resen di dirêjiya dîrokê de rastî bi dehan komkujî û ferman hatiye û heya niha jî hîn ji rîska fermanan rizgar nebuye. Herî dawî fermana herema Şengal û herema Efrînê bû bi hezaran Êzîdî hatin kuştin û ji warê bav û kalan hatin dur kirin.
Em weke meclisa PYD li Europa di serî de cejna heyeta ruhanî û hemî êzîdiyên cîhanê û Rojavayê Kurdistan pîroz dikin û rojên xweş û aram ji bo tevaya civaka Êzîdî hêvî dikin.
Meclisa Partiya Yekîtîya Demukrat PYD li Ewropa
19.4.2023