Çand û HûnerManşêt

Çalakiyên pêşengeha Herekol ya 4’emîn duh destpê kir

Duh pêşengeha şehîd Herekol ya 4’emîn destpêkir li hola Zana ya bajarê Qamişlo ku ji 20’ê Tîrmehê destpê dike heta 25’êTîrmehê bi beşdarbûnaa Partiyên Siyasî, saziyên Rêveberiya Xweser, wekî din jî hejmarek ji rewşenbîr û helbestvanan.

Ya ku bi sponseya desteya Çand û Hûner ya Bakur û Rojhilatê Sûryeyê ye, ew e ji bo belavkirina zanabûnê di navbera şêniyan.

Çalakiyên pêşengehê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Hejmara pirtûkan îsal gihaşt 120 hezar pirtûkan, nêzîkatiya 11 hezar serenavin, her wiha Nivîskarên ji derveyî Rojava berhemên xwe yî wêjeyî şandin weşangerên vir, ji bi ku karibin tevlî pêşengeha pirtûkan ya  4’emîn bibin, ku ji ber sedema pandaiya Koronayî nikarîbûn bedarbibin, wekî din jî beşdarbûna gelek ji rewşenbîran û nivîskaran di berhemên xwe yî wêjeyî de, li gel weşanxaneyê, û hejmarek ji desteyan saziyên çandî.

Hêjayî gotinê ku pêşengeh ji 20’ê Tîrmehê destpê dike heta 25’ê Tîrmehê, her roj seet 10 destpê dike heta 1’ê nîvro, û ji seet 5 heta 9’ê êvarî, her wiha ew ê semîner hebin her roj seet11’ê nîvro û seet 5 piştî nîvro, pêşengeh ji 40 beşî pêk tê.

 

Back to top button