ÇalakîManşêtPYD

Çalakiyên Foruma Sûriyeyê ya şoreşa 19’ê tîrmehê destpêk kir

Çalakiyên kongreya Sûrî ya şoreşa 19ê ji meha tîrmehê û ket sala xwe ya 11emîn di bin drûşmeya “şoreşa 19ê tîrmehê şoreşa jin û gelan û misogeriya Sûriya Demokratîk” li bajarê Hesekê destpê kir bi beşdarbûna hejmareke ji kesayetên siyasî şêxên eşîran, nûnerên ji rêxistinan û saziyên civaka sivîl.

Kongir bi beşdarbûna hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Muslim tê li dar xistin ji bo nîqaşkirina rûniştinên li ser bernameya çalakiyên têkildarî şoreşa 19ê tîrmehê û destkeftiyên wê yên giring ji ewlehî û aramiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê.

Muslim di gotina xwe de ya vekirinê got ku şoreşa 19ê tîrmehê gelek destkeftî bidest xist li ser tevahiya astan li Sûriyeyê siyasî, leşkerî û aborî, her wiha hêjayî gotinê ku ew bi pêşengtiya jina azad bû ya ku ji cîhanê re îsbat kir ku ew kare ligel mêr bisekine li dijî terorî û di gelek cihên din de.

Salih Muslim îfade kir ku ji giringtirîn sedemên serkeftin û domandina şoreşa 19ê tîrmehê bi temsîlkirina Rêveberiya Xweser ji ber xwespart xeta sêyemîn bi pêşengtiya jinê, û armanca sereke ew e guhertina hişmendiya civakî ye li ser bingeha felsefeya biratiya gelan, jiyana hevbeş, û misogeriya mafên tvahahiya pêkhateyan.

Di dawiya axaftina xwe de Salih Muslim şoreşa 19ê tîrmehê pîroz kir li ser ruhê şehîdan û rêber Abdullah Ocelan.

Back to top button