ManşêtNûçe

Çalakiya greva birçîbûnê li Hesekê berdewame

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongreya Îslama Demokraîtk a bajêr dest bi greva birçîbûnê kir.

Çalakiya greva birçîbûnê di çarçoveya çalakiyên Însiyatîfa Gel a kantona Cizîrê de li dar dikeve. Beriya wê jî li Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs, Qamişlo û Amûdê bi heman mebestê çalakiyên grevên birçîbûnê hatin lidarxistin.

Berpirsên çalakiyê ku konê wê li nêzî Çerxerêya Cûdî hatiye vedan, diyar kir ku çalakî dê 2 rojan dewam bike.

Her wiha hate diyarkirin ku çalakgerên greva birçîbûnê ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê têkoşînê mezin bikin.

di kon de belgefîlmek li ser berxwedana têkoşerên tevgera rizgariya Kurdistanê ya di zindanan de hate nîşandan

Back to top button