ManşêtNûçe

Bîranîna şehîd Bêrîtan li Helebê

Di bin drûşmeya “Têkoşîna li ser riya Bêrîtan têkoşîna li dijî xiynetê”, şêniyên bajarê Helebê salvegera 31’emîn a Şehîd Bêrîtan bibîranîn, şêniyên bajarê soza xwe nû kirin bi berdewam kirina riya berxwedanê û şopandina xeta têkoşeran.

Civîn li hola civînan ya beşê rojhilatê taxa Şêx Meqsûd hat li dar xistin, hemû partiyên siyasî, mecalis û bi dehan ji şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tevlî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan, piştre senevîzyonek li ser jiyana têkoşer ( Gulnaz Karataş) hat pêşandan.

Piştî pêkêşkirina senevîzyonê rêveberiya di Kongra Star de Arjîn Amed axivî û fedakirina şehîd Bêrîtan ji bo deng vedana jina azad diyar kir, û tekez kir ku şehîd Bêrîtan bû sembola jina azad di hemû cîhanê de.

Di dawiya civînê de drûşmeyên ku banga jina azad û bîranînên şehîdan silav dikin hat berzkirin.

Back to top button