ÇalakîManşêt

Bîranîna 19’emîn Salvegera Damezirandina Partiya Yekîtiya Demokratîk

Partiya Yekîtiya Demokratîk bi dirûşmeya “Bi Yekîtiya Demokratîk em dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin” li bajarê Helebê civînek ji bo bîranîna 19’emîn salvegera damezrandina partiyê li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê destpê kir.

Piştre endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat “Ilham Mihemed” axaftinek pêşkêş kir û tê de behsa rola partiyê di pêşxistina qada Sûriyê de ji aliyê siyasî û îdyolojî ve kir, ji ber ku partiyê xwedî roleke sereke bû di pêşxistina jinan de di hemû waran de di warê siyasî û leşkerî de, herwiha partiyê jî di avakirina meclis û komînan û rêxistinkirina gel de di hemû waran de ked da.

“Îlham Ehmed” tekez kir ku tevî hewlên dagirkeriya Tirkiyê ji bo têkbirina tevger û rêxistina partiyê, hemû hewlên wê bi ser neketin, ji ber ku em wek Partiya Yekîtiya Demokrat partiya gel û dengê gel in, û tu hêz nikare îradeya gelên ku azadiya rêberê xwe û azadiya axa xwe û azadkirina her milekî welatê xwe ji dagirkeriyê dixwazin bişkîne.

Ehmed di dawiya axaftina xwe de destnîşan bi wê yekê kir ku ji bo pêşxistina xebata rêxistinî ya partiyê pêwîstî bi çalakî û hevgirtinê heye û ev berpirsyarî dikeve ser milê her kesî û bi ruhê berpirsyarî û îradeya gelan em ber bi gihandina armanca xwe ve û serkeftina projeya neteweya demokratîk diçin û dimeşin.

   

Back to top button