DaxuyanîManşêt

Binpêkirinên der heqê jinan qirêjkrina nirxên mirovî ye

Dema ku Tirkiyê û çeteyên wê Efrîn dagirkir hemû binpêkirinên ji kuştin, revandin, guhertina demografîk, koçberkirin, birîna daran, dizîna kevneşopan, rûxandina goran, tecawizî û revandin û girtinên desthilatdarî der heqên gelên wê, bi taybet jin, û di dawiya wê de bûyera girtina bi dehan jinan ji aliyê weke ku tê gotin Firqt El – Hemzat li Efrîn.

Pêkanîna dewleta Tirk a dagirker mîna van binpêkirinên û sûcên li dijî jinan, delîlê erzanîbûna nirxên exalqî li gel wê ye, her wiha hewldanek ji bo qirêjkrina nirxên mirovî ye.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD‘ê kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan şermezar kirin û bang li civaka navdewletî, rêxistinên têkildarî kar û barên jina kir ku sînorekî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re deyînin û hesab jê bixwazin.

Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokret PYD

2020-5-30

Back to top button