
Li Efrîna dagirkirî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî niştecihên resen ji revandina sivîlan, kuştin, talankirin û guhertina demografîk berdewamin.
Çavkaniyan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şiyê welatiyê bi navê Îhsan Emîn Dilî (55) bi hicetên bêbingeh revandiye.
Li navçeya Şêrewa jî, çeteyên “Feyleq Şam” nêzî 100 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Kemal Mamed ê ji gundê Biric Heyderê birîn.