ManşêtNûçe

Bi vexwendina parlamentoya Katalonya Fermandara YPJ’ê li Katalonyayê ye

Sozdar Dêrik li ser vexwendina parlamentoya Katalonya ku herêmek xweser a girêdayî Îspanyayê ye.Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik li vir bi Seroka Parlamentoya Katalonyayê Alba Vergés  Bosch, nûnerê Partiya Namzetiya Yekîtiya Gel (CUP –Candidatura d’Unitat Popular) Carles Riera û nûnerê Partiya Çepa Komarparêz a Katalonyayê ( ERC – Esquerra Republicana de Katalonya) re hevdîtin pêk anî.

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandina YPJ’ê dane, di hevdîtinan de li ser mijarên ewlekariyê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, metirsiya DAIŞ’ê û têkoşîna bi wê re, rewşa kampa Holê, êrîş û şantajên (mijara avê û hwd.) dewleta Tirk ên li ser herêmê gotubêj hatin kirin.

Têkoşîna jinan a li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di warê leşkeri, siyasî û civakî de tê meşandin jî mijarek sereke ya hevdîtinan bû.

Di hevdîtinan de li ser rêyên çareseriyê yên pirsgirêkan jî hat rawestîn û bal hat kişandin ku DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê metirsî ye, ev metirsî hîn jî didome, lewma divê hemû alî têkildarî DAIŞ’ê xwe berpirsyar bibînin.

Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik ku rojnamevanên Katalonyayê eleqeyek mezin nîşanî wê da, tevlî bernameyên televîzyonên herêmê bû. Her wiha di panêlek ku ji aliyê rojnamevan Mònica Terribas ve hat birêvebirin û zêdetirî 400 kes beşdar bûn , pirsên mêvanan bersivandin. Sozdar Dêrik tevlî fuara pirtûkan a li Barcelonayê jî bû. Di dema serdana Sozdar Dêrik a fuarê de pirtûka nivîskar Dilar Dirik a bi navê “Tevgera Jinên Kurd/Dîrok, Teorî û Pratîk” ku têkoşîna jinên Kurd vedibêje jî, hat danasîn.

Hevditinên Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik didomin.

Back to top button