ÇalakîManşêtNûçeRojava

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo tecrîda li ser rêbertî şermezar kirin

Îro, yekşemê di dîroka 2023-7-9 bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo xwepêşandaneke girseyî li dar xistin ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocelan, bi tevlîbûna saziyên sivîl, partiyên siyasî, û saziyên Rêveberiya Xweser.

Xwepêşandan ji “çerxerêya Sonî” destpê kir û ber bi çerxerêya Navenda Çand û Huner ve meşiyan.

Xwepêşandaran drûşmeyên ku daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocelan dikin berz kirin her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirekr li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê.

Dema gihaştina xwepêşandaran qada çalakiyê, deqeyeke rêzgirtin sekinîn ji bo giyanê şehîdên azadiyê, piştre endamê meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Mustefa Ehmed bi navê partiyê axivî tê de tevahiya şehîdên rûmetê bi bîr anî, û bi taybet berxwedana rêber Abdullah Ocelan di zinadana Îmraliyê de.

Mustefa Ehhmed di gotinên xwe de îşaret kir ku dewleta Tirk sûcan der heqê gelê kurd û rêberê mirovahiyê pêk tîne. Tekez kir ku ev kiryarên dijî mirovahiyê ne û li dijî qanûnê mafên mirovan ne.

Wiha lê zêde kir: Civaka navdewletî bi piştgiriya dijmin re yê ku gelê me hedef digre xiyaneteke der heqê qurbaniyên ku gelê me pêşkêş kir ji bo azadî, rûmet û jiyana heveş û nirxên mirovahiyê.

Mustefa Ehmed got: Bi baweriya me ya bi hêz em ê dijminên xwe têk bibin û vîna me qet naşke tevî komplo û êrîşan, û serkeftin wê ya me be.

Di dawiya gotina xwe de Mustefa Ehmed bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî kir ku  zextê li dagirkeriya Tirkiyeyê bikin da ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocelan bişkînin bêyî şertan.

Back to top button