ÇalakîManşêtNûçe

Bi hezaran şêniyên Qamişlo bi slogana “bê serok jiyan nabe” komplo şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên Qamişlo bi dirûşmeya ” bi ruhê gelê şoreşgerî emê komploya 15ê sibatê têk bibin û rêber Apo fîzîkî azad bikin” salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kirin.

Meş ji Çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir û heta pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê dom kir, bi tevlîbûna hemî sazî, gaziyêm şer, rêxistin,komîn, kongra star,hêzên ewlekariya hundirîn û partiya yekîtiya demokrat PYD.

di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankertên  “Bê serok jiyan nabe”   hatin rakirin.

paşê bernameyê meşê bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê cangoriyên azadiyê despê kir.

her weha bi navê Desteya Hundihrîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê,Konfederasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokrat Asiya Abdullah axifî û got:  komplo di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelan pêk hatiye, lê tu komplo nikarin wan ji xeta azadiyê dûr bixin.

Meş bi xwendina helbestên li ser Rêber Abdullah Ocalan hatine nivîsandin û dirûşmeyan bi dawî bû.

Back to top button